Beşdarên komxebata êlan: Projeya dewleta Tirk li ser dîrok û çanda gelên herêmê xetere ye

Beşdarên komxebata êlan diyar kir ku siyasetên guhertina demografiyê û avakirina avahiyên mêtingeriyê, li ser Sûriyê bi giştî xetere ne. Her wiha îşaret bi pêwîstiya hevgirtinê kirin da ku êriş û planên li dijî dîrok û çanda gelan bi bin bikevin.

Beşdarên komxebata êlan: Projeya dewleta Tirk li ser dîrok û çanda gelên herêmê xetere ye
21 gulan, 2022   12:22
QAMIŞLO

Di komxebata êlan de ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li Qamişloyê li dar dixe, rûspiyê êla Benî Seba Silêman El-Berî diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve siyasetên derve û hundir hatin eşkere kirin û diyar kir ku êdî ji cîhanê bi giştî re eşkere bû ku herêmên wan bûne qada ceribandina çekan.

El-Berî wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker a Îxwanî, sûc li welêt pêk anîn, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa me bi siyasetên xwe yên qirêjî dagir kirin.”

El-Berî îşaret bi projeya mêtingeriyê ya dewleta Tirk kir û got: “Dewleta Tirk amadekariyan dike ku li herêmê me dagirkeriya xwe firehtir bike. Ji rejîmeke wiha sûcdar, ne dûr e ku di çarçoveya siyasetên herêmî û navneteweyî yên veşartî li dijî erdnîgariya Sûriyê de kar bike. Niha hewl dide milyonek penaberên sûrî li şûna şêniyên wê yên ji ber siyasetên dewleta Tirk koçber bûne, bi cih bike.”

El-Berî pêwîstiya hevgirtinê li hember êrişên dewleta Tirk destnîşan kir û diyar kir ku bi QSD`ê re hevgirtî û hevkar in.

`SIYASETÊN MÊTINGERIYÊ`

Piştre serokê Meclisa Olî ya Qamişloyê şêx Elî Mihemed Emîn Resûl axivî û got dewleta Tirk îslamê îdia dike da ku armanc û projeyên xwe li herêmê pêk bîne û gelan qir bike û diyar kir ku ew ji îslamê dûr e.

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yusif Dehno spasiya QSD`ê kir, ji ber ku ev komxebat li dar xistiye da ku nêrîna rûspiyan bigire û rewşa heyî bi wan re nîqaş bike û got: “Tiştên li herêmên dagirkirî diqewimin, di çarçoveya siyasetên mêtingeriyê de pêk tên, dewleta Tirk ji van siyasetan armanc dike hegemonyaya xwe ferz bike û fireh bike. Ji ber wê çand, hebûn û dîroka gelên herêmê dike hedef.”

Piştre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û di dawiyê de li ser pêwîstiya hevgirtina bi QSD`ê re heta ku hemû herêmên dagirkirî bên rizgarkirin, teqezî kir.

(şx)

ANHA