Dîmenên encamên topbarana li ser gundê Dirdara yê Til Temirê

Ajansa me bi dîmen û wêne zirarên ji ber topbarana li ser gundê Dirdara yê navçeya Til Temir a kantona Hesekê belge kirin.

21 gulan, 2022   10:55
HESEKÊ

Duh dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Dirdara yê bakurê navçeya Til Temirê ya li bakurê rojavayê kantona Hesekê topbaran kir.

Nûçegihanê me îro xwe gihand gund û bi dîmenên encamên topbarana li ser gund, belge kirin. Her wiha destnîşan kir ku ji ber topbaranê, dibistana gund û piraniya malên gund wêran bûne. Zirar bi mizgeftê hatiye, tora kehrebeyê ya bi gund bi temaml hilweşiyaye.

Her wiha diyar kir ku ji ber topbaranê û firîna zêde ya balafirên bêmirov li asîmanê herêmê, nekarî di nav gund de bigere.

Ji dîmenan asta wêraniya ji ber topbaranê pêk hatiye, xuya dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema herêma Serêkaniyê sala 2019`an dagir kir, hewl dide gund dagir bike, ji ber ku cihê wê stratejîk e û li ser rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de ye.

(şx)

ANHA