Mehmûd Xelîl: Vê hefteyê dê 2 karwanên koçberan vegerin

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl da zanîn ku dê vê hefteyê 2 karwanên koçberên Serêkaniyê, Til Temir û Zirgan vegerin warê xwe.

Mehmûd Xelîl: Vê hefteyê dê 2 karwanên koçberan vegerin
2 mijdar, 2026   14:37
HESEKÊ

Koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê (zêdetirî 800 malbat) xwe amade dikin ku rojên çarşem û pêncşemê vegerin gundên xwe. 

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl ji ajansa me re axivî û got di vê hefteyê de dê 2 karwanên koçberan vegerin herêmên xwe.

Karwanê 6`emîn ê koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê 21`ê Cotmehê vegeriyan gundê xwe. Her wiha ji niştecihên ku ji derve hatibûn Serêkaniyê 115 malbat vegeriyan herêmên xwe yên girêdayî Hesekê.

(np)

ANHA