Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin

Xwendekarên bajarê Dêrikê, Girkê Legê û Hesekê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî xwepêşandan bi rêxistin kirin.

Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
Xwendekarên Kurd: Heyanî daxwazên me pêk werin dê çalakiyên me bidomin
2 mijdar, 2026   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Cizîrê xwendekarên Kurd ji 6`ê Îlonê ve dest bi çalakiyan kiriye. Di çalakî û xwepêşandanan de daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin. Îro jî li bajarên Dêrikê, Girkê Legê û Hesekê xwendekaran xwepêşandan li dar xistin. 

DÊRIK

Li Dêrikê xwendekaran li pêşiya Navenda Perwerdeyê xwepêşandan organîze kir. Di xwepêşandanê de diyar kirin ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz qebûl nakin.

Her wiha daxwaz kirin ku perwerdeya kurdî di destûrê Sûriyeyê de were misogerkirin. Xwendekaran di xwepêşandanê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" û "Em ê zimanê xwe biparêzin" berz kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî xwendekaran xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de got ew bi zimanê xwe yê dayikê ve girêdayî ne. Biryara Wezareta Perwerdeyê qebûlnakin. Daxwaz kir ku di destûrê Sûriyeyê de perwerdeya kurdî were misogerkirin û ew ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin.

HESEKÊ

Xwendekarên bajarê Hesekê li Çerxerêya Kevokê xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de pankartên "Zimanê me nasnameya me ye", "Netirsin, daxwaza zimanê xwe bikin","Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me hebûna me ye" bilind kirin. Her wiha pirtûkên bi zimanê kurdî di destê wan de bûn.

Xwendekar Baran Luqman ji ajansa me re axivî û got: "Xwendekaran 10 salan bi zimanê kurdî xwend. Zimanê me hebûna me ye. Ew nikarin me ji zimanê me mehrûm bikin. Em qebûlnakin ku zimanê me bi 3`ê saetan sînordar bikin. Zimanê kurdî zimanê me yê dayikê ye û em daxwaza mafê xwe dikin."

Alîn Botî jî got: "Ji bo ku ez daxwaza zimanê xwe yê dayikê bikim, ez tev li xwepêşandanê bûm. Biryara ku zimanê me paşguh dike em qebûlnakin. Em dixwazin xwendina xwe bi zimanê xwe yê dayikê bidomînin."

Di dawiya xwepêşandanê de xwendekaran got heyanî aliyên têkildar bersiv bidin daxwazên wan ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

(np)

ANHA