​​​​​​​Mewsima bejî têkçû, ji bo parastina mewsima avî bang tê kirin

Ji ber ku îsal baran kêm bariya, ziyanên mezin gihiştin aboriya herêmê. Li gorî cotkaran, mewsima çandiniya bejî li hin cihan têk çûye û li hin cihên din kêm e. Rêveberiya Xweser banga parastina zeviyan ji şewatan dike û piştgirî bide çandiniya avî.

​​​​​​​Mewsima bejî têkçû, ji bo parastina mewsima avî bang tê kirin
20 gulan, 2022   23:36
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Di nava 2 salên borî de ji ber hişkesaliyê, ziyeneke mezin gihişte çandinî û sewaldariyê.

Par mewsima çandiniya bejî têk çû, ji ber vê yekê cotkaran îsal berê xwe dan çandiniya avî ku Rêveberiya Xweser piştgirî da wê yekê, da ku depoya stratejîk a genim ji bo herêmê misoger bike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mewsima çinîna ceh dest pê kiriye, cehê bejî li hin cihan têkçûye û li hin cihan jî kêm e.

Pisporên çandiniyê jî diyar dikin ku li deverên başûrê herêma Cizîrê û çend deverên herêmên Firat, Dêrazor û Reqayê mewsima bejî têk çûye. Lê li herêmên nêzî çemê Firatê û deverên rojhilatê kantona Qamişlo mewsim li gorî herêmên din baştir e.

Rêveberiya Xweser jî herî zêde xwe dispêre zeviyên avî, ji bo wê tov, semad û mazot pêşkêşî cotkaran kiriye.

MEWSIMA ŞEWATAN Û 2 SAL JI HIŞKESALIYÊ

Cotkarên bi navê Hemze Yûnis ê ji Qamişloyê dibêje: "Piraniya zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2019'an de hatin şewitandin. Di 2 salên derbasbûyî de jî hişkesalî hebû. Dewlet Tirk a dagirker jî ava çeman li ser herêmê qut kiriye,  ev hemû bandoreke mezin li çandiniyê kir."

Hemze Yûnis banga parastina zeviyan ji şewatan kir û xwest her kes bi komîteyên çandinî û avdanê re bibin alîkar. Her wiha ji komîteyên çandiniyê xwest ku mewsima çinînê bişopîne û pêwîstiyên cotkaran peyda bike.

Zeviyên li başûrê bajarê Kobanê, ji ber kêmbarîna baranê ziyanên mezin dîtin.

Cotkarê ji gundê Korik, Bozan Mamed destnîşan dike ku rewşa wan kambax bûye û dibêje: "Cotkar ziyan dîtine, destpêka mewsim baran rawestiya, di destpa çinînê de jî zîpik bariyan ku dawî li hêviyên cotkaran anî."

Mamed daxwaz ji Desteya Çandinî û Avdanê kir ku ji bo cotkarên îsal ziyan dîtine tov belav bike da mewsima bê baş be.

MEWSIMA BEJÎ LI BAŞÛRÊ HESEKÊ TÊKÇÛYE

Mewsima çandiniyê li Hesekê jî weke Kobanê, ziyan dîtiye, li navçeya Şedadê, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Xabûrê qut kiriye her wiha ji ber nebûna dermanên kêzikan, ziyan gihiştiye çandiniyê.

Cotkarê bi navê Mûsa Ehmed teqez dike ku ji ber kêmbarîna baranê mewsima çandiniyê ya bejî bi temamî têkçûye.

Mûsa Ehmed daxwaz ji Komîteya Çandiniyê kir ku ji bo mazot di demeke guncaw de bê peydakirin stratejiyeke nû peyda bike û semadê pêşkêş bike.

KÊMKIRINA AVA FIRATÊ BANDOR NEYINÎ LI ÇANDINIYÊ KIR

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye, ev yek bandor li çandiniyê kiriye.

Endamê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El-Elî diyar kir ku ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker, rûbera erdên çandiniyê taybet ên havînê kêm bûye.

DESTEYA ÇANDINÎ Û AVDANÊ JI BO MEWSIMA NÛ AMADEKARIYAN DIKE

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan ji ajansa me re diyar kir ku ji bo şopandina mewsima avî wan komîte ava kirine.

Leyla Saroxan got, tevî mazot dereng hat belavkirin, lê wan dikarîbûn mazotê li hemû cotkaran belav bikin û semadê peyda bikin, lê kêmbarîna baranê ziyan gihand çandiniyê.

Leyla Saroxan destnîşan kir ku wan ji bo wegirtina genim ji cotkaran û rêjeya kirîna genim hemû amadekariyên xwe bi dawî kirine. Her wiha ji bo rewşên şewatan jî agirkujî amade kirine.

PÊWÎSTÎ BI 700 HEZAR TON GENIM HEYE

Li gorî hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê, pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 700 hezar ton genim heye û got: "Li gorî rûbera zeviyan û lêkolînên Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê, dê mewsima îsal têra herêmê bike. Em ê bi nirxekî guncaw genim bikirin."

JI BO PARASTINA ERDAN JI ŞEWATAN TEDBÎR HATINE GIRTIN

Ji bo ku rê li ber şewitandina erdan bê girtin, Leyla Saroxan diyar kir ku wan ji girînendeyên çandiniyê, şaredarî û HPC komîte avakirine.

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdanê Leyla Saroxan bang li şêniyan kir ku bi wan komîteyan re bibin alîkar.

Li Reqayê jî, Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê amadebûna xwe ji bo wergirtina genim ragihand.

Li gorî şirîketê, ew ê beriya destpêkirina mewsima çinînê, avakirina ambara genim a El-Katia bi dawî bikin. Her wiha ji bo rewşên lezgîn li Reqa û gundewarên wê 6 tîm avakirine.

Endamê rêveberiya Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Reqayê Fethî Hesen diyar kir ku ambarên Reqa û gundewarên wê  dikarin 65 hezar ton genim werbigire.

Hesen destnîşan kir ku li gorî lêkolînên Komîteya Çandinî û Aborî ya Reqayê, berhema genim li Reqayê wê bigihêje 200 hezar ton û got, ew amade ne li gorî nirxê ku dê Desteya Çandinî û Desteya Aborî destnîşan bike genim webigirin.

Rêveberê Tîma Destwerdana Lezgîn a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Tirkî Mihemed got: "Ji bo rê li ber şewitandina zeviyan bê girtin, me gelek tedbîr girtiye, weke avakirina navendên agirkujê û belavkirina numareyan li cotkaran."

(şt)

ANHA