​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-20-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-20-2022
20 gulan, 2022   23:00

-Hevserokê Nivîsgeha Kombûna Oldaran a Helebê û rûspiyê taxa Şêxmeqsûdê Şêx Elî El-Hesen îşaret bi bandora neyînî ya şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn ên li ser Kurd û Ereban kir û got "Divê her du gelê herêmê yekitiya xwe xurt bikin da ku ji kareseta her du şeran rizgar bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûnerê êla El-Şerabîn a Sûriyê li ser projeya mêtingeriyê û bicihkirinê ya dewleta Tirk a li Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn hişyarî da, ji ber ku armanc dike gelê herêmê yê resen parçe û qir bike. (BI WÊNE).

- Akademîsyenê filistînî Wîsam Rufeydî got, yên ku ji bo piştevaniya hemleyên bicihkirinê yên Tirkiyê alîkariyan kom dikin girêdayî Îxwan El-Muslimîn û tevgerên selefî yên ku olê bi kar tînin da Erdogan wekî xelîfeyekî Osmanî bidin nasîn. Her wiha anî ziman ku armanc ji hemleyên bicihkirinê parçkirina Sûriyê ye. (BI WÊNE).

- Hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê da zanîn ku piştî serjimariyê dê berê xwe bidin projeyan û got “Li gorî daneyên dawîn ew ê planên xizmetguzarî, lêkirina avahiyan dest pê bikin û ji bo rêjeya betaliyê jî dê navendên pêşxistinê vebin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Tevî ku 7 meh di ser hilbijartinên Iraqê re derbas bûne û hêzên siyasî jî gelek însiyatîf pêşniyar kirin, lê dîsa jî Iraq derbasî rêyeke siyasî ya tarî bûye. Li ser vê yekê lêkolîner Nebîl Cebar El-Elî pêşbîn kir ku ev însiyatîfên siyasî tiştekî nû bi xwe re neanîne û dibe ku hin aliyan ev yek bi armanca qezenckirina piştgiriya parlamantoyê pêk anîbe. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Koma Cûdî ya Muzîkê bi strana xwe ya nû ya bi navê "Erka Kurda" îşaretê bi berxwedana gerîla ya li dijî artêşa Tirk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî ku dewleta Tirk a dagirker qira wan anîbû, Şaredariya Gel li gundê Hilêq ê Girkê Legê zêdetirî 250 dar diçîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ku îsal baran kêm bariya, ziyanên mezin gihiştin aboriya herêmê. Li gorî cotkaran, mewsima çandiniya bejî li hin cihan têk çûye û li hin cihên din kêm e. Rêveberiya Xweser banga parastina zeviyan ji şewatan dike û piştgirî bide çandiniya avî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA