​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin

Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakî bi şêniyên navçeya Holê re civiya. Şêniyan derbarê peymanê de nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
​​​​​​​Şêniyên Holê derbarê Peymana Civakî de pêşniyarên xwe parve kirin
19 gulan, 2022   14:13
HESEKÊ

Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîn xwe ya sêyemîn a li kantona Hesekê , li navçeya Holê li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê, di nav de rûspî û nnûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn ku di bin konekî de hatibû lidarxistin.

Endamên komîteyê Fethulla Hiso, Îlham Mitlî û Ekrem Mehşûş civîn bi rêve bir.

Di civînê de 99 bendên peymanê ji aliyê komîteyê ve hatin xwendin û yek yek hatin şîrovekirin.

Beşdaran pirs û nêrînên xwe li ser peymanê anîn ziman. Her wiha pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Li gorî pêşniyarên ku hatine kirin, daxwaza misogerkirina mafên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser bi awayekî mezintir hate kirin, cezayê li ser sûcdaran were girankirin û rola komîteyên çavdêriyê were xurtkirin.

Nêrîn û pêşniyar hatin tomarkirin û dê ji komîteya mezin re were şandin, da ku rengê dawî bide wê û ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were şandin.

ANHA