Dagirker gundên rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker div an kêliyan de gundên Zor Mixar û Şêxlera Jorîn yên rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirker gundên rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dikin
18 gulan, 2022   10:14
KOBANÊ

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundên Zor Mixar û Şêxlera Jorîn bi çekên giran topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker ji baregeha Qerqamîş a li bajarê Cerablusê yê dagirkirî êrişî gundên navborî dike. Baregeha dagirkeran li hemberî gundê Zor Mixar li aliyê din ên çemê Firatê dikeve.

(cx)

ANHA