Dagirkeran welatiyekî ji navçeya Mabeta revand

Dewriyeyeke hevbeş a Polîsên Sivîl û Çeteyên Siqûr Şemal li gundê Gemrûkê yê girêdayî navçeya Mabeta yê Efrîna dagirkirî welatiyek revand.

Dagirkeran welatiyekî ji navçeya Mabeta revand
18 gulan, 2022   10:10
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku dewriyeyeke hevbeş a çeteyên “Polîsên Sivîl” û çeteyên “Siqûr Şemal” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser mala Ferîd Arif Kûsa ya li gundê Gemrûkê de girt û ew revand.

Çavkanî diyar kir ku welatiyê hatiye revandin birine cihekî ne diyar û aqûbeta wî nayê zanîn.

(cx)

ANHA