Nivîskar Edalet Ebdullah: Raya giştî ya Kurdistanê alîgirê berxwedanê ye

Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Edalet Ebdullah îşaret bi berxwedana lehangane ya HPG`ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker kir û bang li hêzên kurdistanî kir ku li dijî van planên mêtîngeriyê yekitiya xwe ava bikin.

Nivîskar Edalet Ebdullah: Raya giştî ya Kurdistanê alîgirê berxwedanê ye
18 gulan, 2022   05:42
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsana derbasbûyî ve bi beşdarbûna PDK`ê êrişên qirkirinê li dijî gerîla pêk tîne. Dewleta Tirk di şerê qirkirinê de hemû çekên pêşketî û kîmyewî bi kar tîne. Lê hemberî van êrişan jî gerîla li ber xwe dide.

Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Edalet Ebdullah ji ajansê re behsa berxwedana gerîla û hişyariya li ser projeyên mêtingeriyê yên Tirkiyê li herêmê kir.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi nivîskar û mamosteyê zanîngehê Edalet Ebdullah re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên dijwar pêk tîne, gelo hûn van êrişan çawa dinirxînin û armancên wê yên nêzîk û dûr çi ne?

Mixabin êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ne nû ne, Çavdêr pêşbîniya vê yekê dikin.

Armancên nêzîk ên van êrişên ew e ku dewleta Tirk dixwaze ji raya giştî ya Tirk re bide xuya kirin ku her tim bi êrişan re rû bi rû ye û divê li dijî van êrişan destekê bidinê. Ev jî siyaseteke kevn a dewleta Tirk ku di hemû êrişên xwe yên li ser herêmên derveyî sînorê wê pêk aniye, nexasim li dijî gelê me yên li Kurdistana Iraqê.

Armancên dûr jî bi rastî girêdayî berjewendiyên Tirkiyê yên berfirehkirina împeratoya ku hîn partiya li Tirkiyê hakim israra wê dike ku ev jî li ser hesabê îstiqlala gel, dewlet û azadiya wan e.

Ev timayên împaratoriyê timayên kevn in, dewleta Tirk dixwaze di serdema Erdogan de bi rêya siyasetên dijminane ku gelê herêmê dike armanc, di serî de Kurd pêk bîne.

Dewleta Tirk ji beriya 40 salî ve, êrişî gelê Kurd û parêzvanên doza kurdî dike. Her wiha li dijî wan qetilkirin û siyaseta revandin û tirsandinê pêk tîne, li aliyekî din jî Bakur, Başûr û Rojava dagir dike û îdiaya demokrasiyê dike û kurdan wekî teror wesif dike. Gelo hûn van îdiayên Tirkiyê çawa dibînin?

Mixabin li gorî pîvanên navneteweyî li Tirkiyê sîstemeke demokratîk tune ye, ji ber ku demokrasî berî her tiştî hewcedarî naskirina xwezaya mûzaîk a civaka tirkî ye ku ji zêdetirî netewe û taîfe û ol pêk tê. Divê ev pirrengiya civakî siyaseteke rasteqîn temsîl bike da ku sîstemeke demokratîk derkeve holê û gel di qada siyasî de xwedî gotin be.

Wekî ku hûn dibînin dewleta Tirk nahêle Kurd mafên xwe yên siyasî pêk bîne. Partiyên ku di navê netewe de hatine avakirin jî çalakiyên xwe bi awayekî xwezayî bi cih naynin û her tim di bin kontrola dewletê de ne. Hemû çalakgerên siyasî yên Kurd ku cihê xwe di nav van partiyên li Kurdistanê de û Tirkiyê digirin tên binçavkirin û girtin. Îdiayên têkildarî demokrasiyê û sîstema demokratîk a li Tirkiyê bê bingeh in.

Li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bertek ji aliyê iraqiyan ve derket, lê deng ji aliyê hikumeta Kazimî û hin partiyên li Başûrê Kurdistanê ve derneketin. Bi nêrîna we sedem çi ye?

Di aliyê rêgez de, divê partiyên Kurd û yên ne Kurd li hemberî êrişên Tirkiyê helwesta nîşan bidin û kiryarên leşkerî yên Tirkiyê yên derveyî sînor yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê qebûl nekin. Lê Mixabin dibe ku helwestên partiyetî yên teng ên hin partiyên kurdistanî û partiyên Ereb hebin ku li ser hesabê ewlehî û silametiya parçeyên Kurdistanê têkiliyên xwe bi Enqere re diparêzin. Ev siyaset ji aliyê civaka Kurdistanê heger li Başûr be an jî li Rojava be nayê qebûlkirin.

Em di pêvajoyeke dîrokî de ne, pêwîstiya tevahî partiyên siyasî yên kurdî bi hevgirtin û koordîneyê heye da ku rê li ber êrişên nemerd ên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê were girtin.

Ji bo avakirina yekitiyê li hemberî êrişên dewleta Tirk û helwestên wê yên dijminane bang û daxwazên beşên cûda yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene. Lê mixabin hin partiyên kurdî li gorî van daxwazên tevnagerin û bersivê nadin. Dewleta Tirk jî  sûdê ji belavbûna di mala kurdî de digire.

Ji bo xurtkirina hêzên erebî û kurdî û demokrat gelek bang hebûn. Hûn van bangan çawa dibînin û ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê çi tê xwestin?

Gelê Kurd bi giştî bang li hêzên siyasî yên kurdî û erebî yên demokrat û patiyên ku bi lêborîn, pirrengî û yekitiyê heye, dikin ku bibin yek û hevgirtina xwe ava bikin. Lê gelek astengî û zext li ser hin partiyan têne kirin ku dihêle li hemberî êrişên dagirkirinê yên biyanî yekitî û eniya demokratîk ava nebe.

Ji ber tunebûna hewlesteke yekbûyî li hemberî êriş û siyasetên dijminane, derfet li ber hêzên Tirk vedibe ku herêmên dîti ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Her pirsgirêkeke di mala kurdî û mala demokrat a ku hêzên Kurd û yên Ereb li hev dicivîne de, bandoreke neyinî li ewlehî û silamentiya van herêman dike.

Divê zext li ser tevahî partiyên siyasî were kirin da ku siyasetên xwe di ber çavan re derbas bikin û di encamê de  li gorî berjewendiyên gelê Kurdistanê li her parçeyan kar bikin.

Gerîla bersiva êrişên Tirkiyê dide. Hûn vê berxwedanê çawa wesif dikin. Bi nêrîna we gerîla parastina herêmeke tenê an doza kurdî, an doza tevahî gelên Rojhilata Navîn dike?

Berxwedana Hêzên Parastina Gel li he parçeyekê Kurdistanê, parastina rewa ye, ji ber ku aliyê ku êriş dike û dagir dike dewleta Tirk e. Dewleta Tirk siyasetên xwe yên berfirehkirin û dagirkirina xaka Iraqê bi beşên xwe yên Kurdistanî û xaka Sûriyê bi beşê wê yê Kurdistanê ranewestandiye. Madem ku dagirkerî û siyasetên berfirehbûnê yên dewleta Tirk hene, helbet wê parastina rewa û ya niştimanî hebe. Hêzên ku parastina dikin gerîla ne ku rastî hemleyan tên. Gerîla wê bi vê yekê bandor nebe ji ber ku xwediyê dozeke rewa ye ku gelê Kurd diparêze û gelê Kurd li hemberî dagirkeriya Tirk disekine.

Hêzên demokratîk ên li Tirkiyê dizanin ku domandina siyaseta dijminahtiya kurdan çi li Iraq çi li Sûriyê be wê di aliyê siyasî, leşkerî û ewlehî de bê sûd be. Ji sala 1984'an û heta îro ve tecrubeyeke mezin heye. Artêşa Tirk û dewleta Tirk bi israr in ku şerê terorê dikin û hemû rêbazên firehbûn, êrişên siyasî, ewlehî, çandî û civakî dimeşîne, hemû cûreyên zextê li ser gelê Kurd dimeşîne. Ev gel bi saya hêzên parêzvanên mafê xwe an ku gerîla û Partiya Karkerên Kurdistanê û hêzên ku bi parastina vî gelê bawer in, li ber xwe dide.

Doza kurdî dozeke rewa ye, gerîla mafdar e ku destkeftiyên gelê Kurd, li Rojava û Başûrê Kurdistanê biparêze. Raya giştî ya Kurdistanê alîgirê vê berxwedanê û her berxwedaneke li dijî artêşa Tirk a ku herêmên Kurdistanê dagir dike, ye.

ANHA