Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Qamişlo bi dawî bû

Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî ya li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo bi îmzekirina pirtûka nivîskarê nemir Mecîd Xezî bi dawî bû.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Qamişlo bi dawî bû
18 gulan, 2022   08:38
QAMIŞLO

Duh êvarê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî bi îmzekirina 150 pirtûkên “Peyvên Zêrîn” a nivîskarê nemir Mecîd Xezî bi dawî bû.

Dostê nivîskarê nemir û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdurehman Mihemed pirtûk îmze kir.

Di dawiya pêşangehê de endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef beşdarên pêşangehê spas kir.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê yekşemê (15`ê Gulanê) Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo vekir.

Pêşangehê 3 roj berdewam kir tê de Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîsgehên Kurd li Sûriyê, Saziya Zimanê Kurdî û zêdetirî 15 Weşanxaneyên li Rojava beşdar bûn.

Di sê rojên pêşangehê de, nûnerên Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê, endamên saziyên bajêr û gelek beşên civakî serdana pêşangehê kir.

(şx)

ANHA