Li Washingtonê hevdîtina rayedarên Siûdiyê-Amerîkayê

Cîgirê wezîrê parastinê yê Siûdiyê Mîr Xalid Bin Selman Bin Ebdulezîz li paytexta Amerîka Washingtonê bi şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiya.

Li Washingtonê hevdîtina rayedarên Siûdiyê-Amerîkayê
18 gulan, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Siûdiyê “Was”, di hevdîtinê de têkiliyên dîrokî yên Siûdiyê-Amerîkayê, rêbazên hevkariyê û koordîneya hevbeş û rêbazên xurtkirina hevkariyê hatin nîqaş kirin.

Koşka Spî bi daxuyaniyekê got, şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê pesna Siûdiyê di misogerkirina agirbesta li Yemenê ya bi navbeynkariya NY`yî, kiriye.

(cx)