Çavkanî: Hêzên Amerîkayê ketin bajarê Ezazê yê dagirkirî

Çavkaniyên xwecih ji herêmên dagirkirî ragihandin ku gelek panzerên ku alên Amerîkayê bi ser wan ve bû ketine bajarê Ezazê yê dagirkirî.

Çavkanî: Hêzên Amerîkayê ketin bajarê Ezazê yê dagirkirî
18 gulan, 2022   08:29
ŞEHBA

Li gorî heman çavkaniyan, îstixbarata dewleta Tirk û “hêzên taybet” ên artêşa Tirk a dagirker jî bi hêzên Amerîkayê re bûn.

Hêzên Amerîkayê duh piştî nîvê şevê bi rêya deriyê sînor ê Bab El-Selame yê Ezazê ketin bajêr.

Çavkanî destnîşan kir ku balafirên keşfê û helîkopterên Koalîsyona Navneteweyî bi hêza leşkerî ya derbasî xaka Sûriyê bûye re hebûn, her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê seferber bûbûn.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku hêzên Amerîkayê ber bi mezintirîn baregehên artêşa Tirk ên li derdora Ezazê ve bi rê ketin, lê sedemên ketina herêmê bi bîr nexistin.

Hemwextî wê, balafirên keşfê yên Rûsya li asîmanê kantona Şehba û herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de li nêzî Ezazê digeriyan.

Çavkaniyan bi bîr nexist ku hêzên Amerîkayê ji Ezazê derketin yan na.

(şx)

ANHA