Rojnameyên erebî: Îsraîl helwesta Rûsyayê ya têkildarî tevgerên xwe yên li Sûriyê dişopîne

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî tevgerên Rûsya, Îsraîl û Îranê yên li Sûriyê, bersiva dadgeha Iraqê têkildarî daxuyaniya Hoşyar Zêbarî û rewşa Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Îsraîl helwesta Rûsyayê ya têkildarî tevgerên xwe yên li Sûriyê dişopîne
18 gulan, 2022   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎL HELWESTA RÛSYAYÊ YA TÊKILDARÎ TEVGERÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ DIŞOPÎNE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Piştî belavbûna nûçeyan têkildarî avêtina moşekan ji aliyê noqaveke Rûsyayê ve li balafirên Îsraîlê yên ku hinek cih li Sûriyê bombebaran kirine, rojnameya Israel Hayom eşkere kir ku Fermandariya Leşkerî ya Îsraîlê dixwest fêm bike ku guhertin di helwesta Rûsyayê ya li hember tevgera Îsraîlê ya li Sûriyê de hatiye guhertin an na.

Li gel ku metirsî li Til Evîvê heye ku Rûsya bi rêya pêşkêşkirina çek û cebilxaneyê ji artêşa Îranê re, bersiva tevlêbûna Îsraîlê di şerê Ukraynayê de daye, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz got artêşa Îsarîlê tenê çekan ji bo parastinê dide Ukraynayê, ne ku ji bo ku li dijî Rûsyayê şer bike.

Rojnameya Israel Yahom ku bi helwestên xwe yên rastgir û nêzî serokê muxalefetê Benjamin Netanyahu tê naskirin, diyar kir ku bûyereke ne normal roja înê rû daye, dema Îsraîlê êrişek li dijî cihê bi navê Sars ê girîng pêk anî ku tê de moşekên Hizbullanê tên nûjenkirin.

Rojnameyê diyar kir ku dê Îsraîl li benda encamên êrişên nû yên li Sûriyê be da ku fêm bike ka Rûsya dê tevgera Îsarîlê li qada hewayî ya Sûriyê asteng bike yan na.”

‘DADGEHA IRAQÊ GAZÎ HOŞYAR ZÊBARÎ KIR’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dadgeha Iraqê roja sêşemê ji ber helwestên wî yên nebaş li hember dadweriyê, gazî wezîrê maliye û karên derve yê berê Hoşyar Zêbarî kir. Ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê WAA bi bîr xist ku dadgeha lêpisînê ya Kirx biryara gazîkirinê der heqê wezîrê berê û rêveberê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî de da.

Dadgehê wiha da zanîn: “Ev biryar ji ber giliyên nûnerê qanûnê yê Dadgeha Bilind a Federal hatiye dayîn.”

Hoşyar Zêbarî di mehên derbasbûyî de bi tundî dadgeha Iraqê rexne kiribû. Herî dawî roja yekşemê dema got Dadgeha Federal desteya dadgehê ya herî bilind e lê guman li dora destûra wê heye, xebatên siyasî û hilbijartinan kontrol dike û got: “Divê ev rewş bê rastkirin û rê li pêşiya hovîtiya dadgehê bê girtin.”

Li gorî çavdêran, helwesta Zêbarî, bertekek li hember biryara Dadgeha Federal e ku di Sibatê de ji ber tawanên gendeliyê ew ji namzetiya serokkomariyê dûr xistibû.”

‘FETHÎ BAŞAXA SERT KIR NAVENDA HIKUMETA LÎBYAYÊ’

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: “Serokwezîrê erkdakirî Fethî Başaxa, duh ragihand ku hikumeta wî dê li Sertê dest bi xebatên xwe bike.

Başaxa di xîtaba xwe ya piştî bûyerên li Terablusê de got hikumeta wî dê ji roja çarşemê li Sertê dest bi xebatên xwe bike.

Fermandarekî Artêşa Lîbyayê Xalid El-Mehcûb jî duh got ketina serokwezîrê Lîbyayê ya Terablusê aştiyane bû.

Başaxa gelek caran hewl da serokatiya hikumetê bibe Terablusê, lê hikumeta demborî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe radestkirina desthilatê red dike.”

(şx)