Dewleta dagirker êrişeke berfireh bir ser navçeya Eyn Îsayê û gundên wê

Dewleta Tirk a dagirker duh ji saetên berêvarê û heta derengiya şevê bi çekên giran û bi dijwarî rojhilat, rojava û başûrê navçeya Îsayê topbaran kir.

Dewleta dagirker êrişeke berfireh bir ser navçeya Eyn Îsayê û gundên wê
18 gulan, 2022   08:11
EYN ÎSA

Li gorî nûçegihana me, artêşa Tirk a dagirker bi top, hawan û moşekên Grad êrişî van deveran kir:

Dibis, Xaldiyê, Hoşan, Cedîde, Mielek, Kampa Eyn Îsa, Xwaringeha Saqir û rêya M4 li rojavayê navçeya Eyn Îsayê.

Seyda, Fatsa, Cehbel, Mişêrfe, Sakîro, bajarokê Hîşe, Xwaringeha Nexîl, rêya M4 û depoyên li rojhilatê Eyn Îsayê.

Mezreaya Qirtac a li nêzî baregeha Rûsyayê li başûrê navçeya Eyn Îsayê, rêya di navbera navçeya Eyn Îsa, bajarokê Til Semin û Mezreaya Qirtac de.

Nûçegihana me destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker duh ji saetên berêvarê heta derengiya şevê, bi zêdetirî 150 top, hawan û moşekên Grad gundên navborî topbaran kirine.

(şx)

ANHA