​​​​​​​'Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 15 dagirker hatin cezakirin'

Li gorî nûçeya ANF`ê, di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de li Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê 15 dagirker hatine cezakirin.

​​​​​​​'Di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 15 dagirker hatin cezakirin'
17 gulan, 2022   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li hember êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, çalakiyên gerîla jî bênavber didomin.

Li Qadên Berxwedanê yên herêma Zapê duh di çalakiyên gerîlayan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Tê payîn ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê çend saet şûnde derbarê kitekitên çalakiyan de agahiyan bide.