Dagirkeriya Tirk bombe bi ser maleke welatiyan de barand

Balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, maleke welatiyan bombebaran kir.

Dagirkeriya Tirk bombe bi ser maleke welatiyan de barand
17 gulan, 2022   06:31
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker maleke welatiyan li kêleka yarîgeheke zarokan a li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bombebaran kiriye.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama bombebaranê de, ziyanên madî çêbûne.

(cx)

ANHA