Kertên ezmûnan ên xwendina serbest amade bûn

Amadekariyên lidarxistina ezmûnên xwendina serbest li herêma Cizîrê bi dawî bûn û kertên ezmûnan tên belavkirin. Li gorî Komîteya Ezmûnan heta niha hejmara xwendekaran gihaştiye 360’î.

Kertên ezmûnan ên xwendina serbest amade bûn
17 gulan, 2022   08:15
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di sala 2021`an de bi biryarnameyekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn pergala xwendina serbest (hur) ragihand. Di Çileya vê salê de ezmûneke ji bo xwendekarên ku navê xwe tomar kiribû, pêk hat.

Amadekariyên ezmûnên xwendina serbest ji bo refên 9 û 12`an bi belavkirina kertên xwendekaran bi dawî bûn. Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ji ajansa me re axivî.

Rohat Xelîl wiha axivî: “Ji bo pileyên ezmûnê, ji ber nirxandina salê ya xwendekarên xwendina serbest tune ye, dê encama ezmûnê tenê bê nirxandin da ku derbasî zanîngehê bibin.”

Rohat Xelîl da xuyakirin ku dê ezmûn ji bo xwendekarên ji pêkhateyên Ereb û Kurd re bin û yên beşên zanistî, wêjeyî û sînaa bin.

Li ser tevlêbûna xwendekaran ji ezmûnan re Rohat Xelîl got: “Gelek xwendekaran xwest bi pêkanîna ezmûnê bawernameya Rêveberiya Xweser bi dest bixin, lê ji ber sala yekemîn e dem ji tomarkirinê re hatibû eyarkirin.”

Girêdayî hejmara dibistanên ku dê ezmûn lê bên çêkirin, her wiha hejmara xwendekarên ku dê tev li ezmûnan bibin, Rohat Xelîl got: “Dê ezmûn li kantona Qamişlo (dibistana Keramê û Şehîd Elmaza Xelîl) be û li kantona Hesekê jî li Dibistana Elî Bekir be.”

Li gorî Komîteya Ezmûnan a Herêma Cizîrê heta niha hejmara xwedekarên ku tev li ezmûnê bibin, gihaştiye 360`an.

BERNAMEYA EZMÛNAN

Ji bo refa 9`an ezmûn 1-19`ê Hezîranê, refa 12`an beşa zanistî ji 1-19`ê Hezîranê; ji bo beşa wêjeyî jî ezmûn 1-16`ê Hezîranê pêk tên.

ANHA