Di civîna Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakî de pêşniyarên gel

Şêniyên Hesekê di civîna li gel Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakî de xwestin ku elaqeyeke mezintir bi malbatên şehîdan, astengdaran û kesên temenmezin were nîşandan. Her wiha daxwaz kirin ku   temenê namzet ji bo hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna 18`an be bibe 24.

16 gulan, 2022   14:47
HESEKÊ

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li bajarê Hesekê civînek li dar xist. Ev civîna yekemîne ku bi şêniyên kantonê re tê lidarxistin piştî ku komîteyê 5 civîn bi hevserokên meclis û komên kantonê re di pêngava 3`emîn a xebatên komîteyê de, lidar xist.

Komîteya sazkirina peymanê hewl dide reşnivîsa peymanê bi hejmareke mezintir ji beşên civakê re nîqaş bike, nêrîn û pêşniyarên der barê reşnivîsê de werbigre, lêkolîna wê, guhertina wê li gorî encamên nîqaşan be beriya ku ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve were erêkirin.

Civîn li Hola Serdem a çandî ya bajarê Hesekê hate lidarxistin û zêdetirî 200 kesayet ji hemû pêkhateyên bajarê Hesekê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de reşnivîsa ku ji 99 madeyan pêk tê ji aliyê endamên komîteyê Fetihellah Heso, Ekrem Mehşûş û Îlham Mitlî ve hate xwendin. Paşê bendên wê yek yek hatin nîqaşkirin û nêrînên beşdaran hatin girtin.

Di nêrînên ku derketin pêş; pêwîste elqeyeke mezin bi malbatên şehîdan re were dayîn, dibistanên taybet ji bo zarokên wan werein vekirin, her wiha destek bi kesên temen mezin re were dayîn û temenê namzetên ji hilbijartinên Rêveberiya Xweser li şûna 18 bibe 24.

Di dawiyê de endamên komîteyê û dîwana wê teqezî li ser nivîsandina hemû pêşniyar û nêrînên hatine kirin, kir da ku di civîna komîteya sazkirina peymanê de were nîqaşkirin, li gorî derfetan xebat ji bo zêdekirina wê were kirin beriya ku bi rengê xwe yê dawî ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re were şandin û were erêkirin.

(bx)

ANHA