Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin

Bi boneya Roja Zimanê Kurîd, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê bi navê Şehîd Rustem Cûdî pirtûkxaneyek vekir.

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî pirtûkxaneyek hate vekirin
16 gulan, 2022   14:46
ŞEHBA

Pirtûkxane li avahiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan xwendekar, mamoste û endamên saziyên perwerdeyê hate vekirin.

/ar/uploads/files/2022/05/16/142314_bryfan-amr.webp

Di merasîmê vekirinê de, endama rêber a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê Bêrîvan Omer axivî, Roja Zimanê Kurdî û vekirina pirtûkxaneyê pîroz kir û got:  "Ev pirtûkxane dê asyonên zanistê li gel civakê berfireh bike, ji ber ku li dijî civaka me siyasetên qirkirin û asîmîlasyonê têne kirin."

Piştre helbest hatin xwendin û ji aliyê dayikên şehîdan ve pirtûkxane hate vekirin.

/ar/uploads/files/2022/05/16/142348_sadq-brkat.webp

Hîndekarê beşê Wêje û Zimanê Kurdî Sadiq Berekat jî armancên vekirina pirtûxaneyê destnîşan kir û got: "Vekirina vê pirtûkxaneyê derfeteke ji bo xwendekar û hizkiriyên xwendinê ye ku di gelek aliyan de dîrok, siyaset û zanistê xwe pêş bixin."

Berekat diyar kir ku di pirtûkxaneyê de beşên dîrok, çandî, zanist, wêje, tenduristî û civakî hene û got: "Em dixwazin bala xwendekar û civakê bikişînin ser xwendinê."

/ar/uploads/files/2022/05/16/142332_syabnd-faqy.webp

Xwendekarê Peymangeha Şehîd Viyan Amara Siyabend Faqî kêfxweşiya xwe bi vekirina pirtûkxaneyê anî ziman û wiha domand: "Ev pirtûkxane ji bo me lêvegereke, ku em ê di lêkolînên xwe de xwe bispêrênê. Her wiha dikarin çand û dîroka gelên din bi rêya vê pirtûkxaneyê nas bikin."

ANHA