​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê civata navneteweyî bi pey siyasetên dewleta Tirk nekeve

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta serokê dewleta Tirk ku tevlbûna Swêd û Fînlanda ji NATO`yê re red dike, şermezar kir û bang  li civata navneteweyî kir ku bi pey van siyasetên dewleta Tirk nekeve, ku armanc dike NATO`yê li gorî xwe saz bike û derbê li gelên herêmê bide.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Divê civata navneteweyî bi pey  siyasetên dewleta Tirk nekeve
16 gulan, 2022   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî daxuyaniya Erdogan ku tevlbûna Swêd û Fînlanda ji NATO`yê re red dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Êdî siyasetên nîjadperest, înkarker û şovenîst ên hikumeta AKP`ê yên li dijî gel û pêkhateyên herêmê û bi taybet li dijî gelê Kurd dimeşîne, ji raya giştî re eşkere bûne.

Belgeyên rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, nîşaneya herî berçav e ya sûcên dewleta Tirk bi tevkariya komên selefî yên cîhadîst li hember gelên herêmê pêk aniye, ku dikevin asta sûcên şer û sûcên dermirovî. Her wiha asta girêdana wê bi van komên li Rojhilata Navîn re û nexasim rêxistina terorîst a DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Cebhet Tehrîr El-Şam û hwd, nîşan dide. Bi vê yekê dewleta Tirk hewl dide li gorî pîvanên xwe yên înkarker, nîjadperest û mêtîngeriyê siyasetên nû li herêmê pêş bixe û herêmê û cîhanê bixe nav şerên talûke yên demdirêj.

Di çarçoveya siyasetên AKP`ê yên li hundir û derve de, Erdogan daxuyanî da û tevlêbûna Swêd û Fînlanda ji NATO`yê re red kir. Ev yek nîşaneyeke din e ku Erdogan ji aliyekî ve dixwaze siyasetên cîhanê li gorî pîvanên xwe yên li ser şantaja siyasî li hemberî welatên ku li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk beşdarî xebatên navneteweyî yên têkoşîna li dijî DAIŞ û terorê bûne, pêk bîne. Ji aliyekî din ve jî hewl dide ku têkoşîna gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd û tevgera wî ya ji bo bidestxistina mafên li gorî qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan rewa, li gorî nêrîna xwe ya îsalma şovenîst û înkarker wekî karên terorê nîşan bide. Pê re hewl dide atmosferekî ava bike û li gorî wê NATO li gorî siyasetên xwe bixe tevgerê. Bi siyasetên Erdogan dê xebatên navneteweyî di têkoşîna li dijî sîstema terorê ya cîhanê û şaneyên wê yên veşartî qels bibe, terorr ji nû ve zindî bibe û bi armanca guhertina demografiyê û xistina herêmê û cîhanê di şerên tehlûketir de, dê siyasetên xwe yên mêtîngeriyê bixe meriyetê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û gelên herêmê, em tevî civaka navneteweyî hewl didin DAIŞ`ê û rêxistinên din ên terorîst tune bikin û çareseriyên mayînde ji bo aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî û bi taybet biryara 2254, peyda bikin. Di heman demê de em ji civaka navneteweyî hêvî dikin û bang lê dikin ku bi pey van siyasetên dewleta Tirk nekeve, ku armanc dike NATO`yê li gorî xwe saz bike û derbê li gelên herêmê bide. Em teqeziyê bi mafên hemû gel û pêkhateyan di têkoşîna rewa ya ji bo bidestxistina azadî û rûmetê li gorî qanûn û peymanên navneteweyî dikin."

ANHA