Li Silêmaniyê xelatên Îbrahîm Ehmed hatin belavkirin 

Bi merasîmekê xelatên salane yên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed hatin pêşkêşkirin. Di nava kesên hatin xelatkirin de ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah û hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş jî hene.

Li Silêmaniyê xelatên Îbrahîm Ehmed hatin belavkirin 
13 gulan, 2022   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê merasîma salane ya dabeşkirina xelatên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed hat lidarxistin. Di merasîmê de 8 xelat hatin dayîn.

Di destpêka merasîmê de rêvebera Polîtboruya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed axivî. Şanaz Îbrahîm got: “Di vê rewşa dijwar de bi hesret mamosta Îbrahîm Ehmed û hevrêyên wî bi bîr tînin ku demek ew pêşengên tevgera siyasî ya li dijî bêmafî û dagirkeriyê bûn. Îro jî heman hawar û nerazîbûn li dijî bêmafî û bêdadiya hikumeta herêmê heye.”

Piştî axaftinan xelat hatin belavkirin.

Ji kesên xelat wergirtin jî siyasetmedar û hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş û yek ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah hebûn.

Xelata Nesrîn Ebdullah ji aliyê nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd ve hat wergirtin.

Her wiha xelata Selahettîn Demirtaş ji aliyê Şanaz Îbrahîm ve hat dayîn, li ser navê Demirtaş xelat ji aliyê parlementera HDP’ê Feleknas Uca ve hat wergirtin.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/NcjKN2hckec" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>