​​​​​​​Desthilata Îranê 22 xwepêşandêr destgîr kirin

Dezgehên ragihandinê ragihand ku desthilata Îranê herî kêm 22 kesên tev li xwepêşandanên ji bo şermezarkirina bilindbûna buhayên madeyên xwarinê bûne, destgîr kirin.

​​​​​​​Desthilata Îranê 22 xwepêşandêr destgîr kirin
13 gulan, 2022   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îranê ya fermî vê sibê ragihand ku desthilata Îranê duh bi şev li bajarê Dezfûl ê li başûrê rojavayê parêzgeha Xuzistanê 15 kes destgîr kirin û li bajarê Yasûc ê parêzgeha Kohgiluye û Boyer Ehmed 7 kesên din destgîr kirin.

Ji ber ku vê hefteyê Îranê buhayên zeytê, mirîşk, hêk û şîr ji sedî 300 bilind kir, her wiha nirxên xwarinê jî li tevahiya Rojhilata Navîn ji ber liv û tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê bilind bûye welatiyan protosto kir, di encamê de hatin destgîrkirin.

Her wiha 200 kesên li bajarekî din ê herêma Xuzistanê kom bûbûn û kevir avêtin polîsan û tîma agirkujiyê, di encamê de endamekî tîmê birîndar bûye. Ajansê daxuyand ku li tevahiya herêman niha rewş aram e.

(eh)