Serokê Îmaratê şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan wefat kir

Wezareta Kar û Barên Serokatiyê ya Îmaratê ragihand ku serokê dewletê şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan wefat kir.

Serokê Îmaratê şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan wefat kir
13 gulan, 2022   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa WAM a Îmaratê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Kar û Barên Serokatiyê, ragihand ku serokê dewleta Îmaratê şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan îro wefat kiriye.

Wezaretê heta 40 rojan şîn ragihand û hemû wezaret, saziyên xwecih û yên taybet dê heta 3 rojan girtî bin.

(şx)