Aldar Xelîl: Bi ambargoyan îradeya gel nayê şikandin

Reportaj Summay

Aldar Xelîl: Bi ambargoyan îradeya gel nayê şikandin
16 nîsan 2022   23:38

Aldar Xelîl: “Bi birçîkirin, tîkirin, pêdiviyên jiyanê û kêmkirina dermanan îradeya vî gelî nayê şikandin. Ew qes êriş li ser wan hatin lê îradeya wan nehat şikandin, ne mimkun e bi ambargoyê îradeya wan bidin şikandin.”

Ambargoya hikumeta Şamê li ser Heleb û Şehbayê ji 13’ê Adarê ve berdewam dike. Heya niha hêzên hikumeta Şamê pêdiviyên jiyanî, mazot û dermanan derbasî herêmê nakin. Li dijî vê tevgera hikumeta Şamê helwestên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tund in. Têkildarî vê tevgera hikumeta Şamê, Aldar Xelîl ev tişt anî ser ziman: “Hikumeta Şamê bi vê ambargoyê van peyaman dide; va ye ez heme, naxwazim pêvajoyeke ji bo çareseriyê bi pêş bikeve.”

Aldar Xelîl da zanîn ku bi van ambargoyan gelê ku li dijî hemû cureyên êrişan li ber xwe daye, îradeya wî nayê şikandin.

Her wiha Aldar Xelîl bal kişand ser tevdîren Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hikumeta Şamê û anî ziman ku tu niyeta Rêveberiya Xweser nîn e ku hikumeta Şamê ji cihê wê derxe yan jî şer îlan bike.

“Bila her kes bizane ger gelê me di nav dorpêçê de be, em nikarin lê temaşe bikin.” Bi van gotinan Aldar Xelîl helwesta xwe nîşan da. 

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê de ji ANHA’yê re axivî.

`BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ HELEB PARAST`

Di serî de dixwazim ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pirs bikim. Çima di demeke wiha de ev ambargo pêk anîn?

Ji destpêka pêvajoya aloziya li Sûriyê ve gelek bajarên Sûriyê rastî êrişên çete û tundrawan hatin. Yek ji wan bajarên ku êrişên giran hatin ser, Heleb bû. Hêzên hikumeta Şamê li bajarên ku êriş dihatin ser, nikarîbû li ber xwe bida. Gelek bajar neçarî radestkirina ji komên çete û DAIŞ`ê re kirin. Ji ber ku nikaribûn bajar biparastana. Li Helebê piştî sala 2011`an êriş dubare kirin. Lê di nava Helebê de yên ku li ber xwe dan, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Ev berxwedana wan ji giştî Helebê re bû mînak. Esas bi wê berxwedanê Heleb hat parastin. Rast e, komên çete ketin hin cihan lê ji ber Şêxmeqsûdê xwe parast, ev bû sedema parastina taxên derdora wê jî. Her wiha ev bû sedema negihîştina çeteyên di hundirê Helebê û derdorê ku rêyên wan hatin qutkirin. Ger Heleb ji komên çete hatibe paqijkirin û hat parastin, sedema sereke ew bû ku Şêxmeqsûd neket. Gelê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi îmkanên kêm, bi hêza xwe ya xweser ketin nava berxwedanê. Bi berxwedanê re çete neçar man ku ji Helebê derkevin. Ger îro Heleb li ser lingan maye, bi saya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Lê hikumeta Şamê Ii şûna ku vê rastiyê bibîne, nas bike û li gorî wê nêzîkatiyê nîşan bide, em dibînin ku berovajî wê tev digere. Wekî ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ceza dikin ku dibêjin `çima te li ber xwe da, çima derdor parast, çima te nehişt komên çete bikevin Heleb û Helebê dagir bikin?`

DIBE KU DEWLETA TIRK LI PIŞT VÊ TEVGERA DORPÊÇÊ BE’

Di demeke wiha de ku em bangewaziyan dikin, daxwaz dikin ku em bi Şamê re îtîfaqê bikin, çareseriyekê bi pêş bixin, ev ambargo pêk tê. Diyar e ku hin alî hene pêkanîna îtîfaqê ne li gorî berjewendiyên wan e. Di demeke wiha de em li bendê bûn ku bersiveke erênî bê dayîn, gaveke erênî bê avetin, ji bo çareseriya pirsgirêka giştî ya Sûriyê bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê em guftûgoyê bikin, lê em dibînin hinek hêz di nava hikumeta Şamê de yekser dorpêça danîne ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Ev komên ku hûn behs dikin, girêdayî kê ne?  

Ev bi nav girêdayî Şamê ne, lê ew jî di nava xwe de xuya dike ku ne xwedî biryar û nêrîn in. Dibe ku îstixbarata dewleta Tirk û hinek saziyên girêdayî dewleta Tirk xwe guhandibin hêzên hikumeta Şamê an gef li wan xwaribin an têkiliyên cuda bi wan re danîbin an jî nahêlin pêvajoyeke diyalogê bi pêş bikeve. Berê jî em dizanin, dema ku Şamê dixwest gavekê biavejê, dewleta Tirk nerazîbûna xwe dianî ser ziman û digot `Ez qebûl nakim tu li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevî nava diyalogê. Tu bikevî nava diyalogê, ev tê wateya qebûlkirina pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.` Ew jî naxwazin vê qebûl bikin û naxwazin bibînin jî. 

Ji ber wê li cihekî cîhanê, bi taybet li Kurdistanê; hinek kes şoreşa Kurdan re, bi nûnerên Kurdan re hevdîtinan bikin, bê gûman dê Tirk li dijî wê bisekinin. Dibe ku dewleta Tirk bi xwe li pişt vê tevgerê be. Wê bi xwe bi rengekî mudaxele kiribe. An ew dane tirsandin, an hinek ji wan kirine hevkarên xwe an jî bi rengekî berê wan dide xerabkirina pêvajoyê. Ev hewldan di çarçoveya pêşîlêgirtina îtîfaqê de ye. Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê tu zirar nedane hikumeta Şamê. Li dijî hikumeta Şamê tu hewldanên wan ên bi Tirkan re, komên çete re bibin yek, aramiya Sûriyê xirab bikin, çênebûye. Ev herêm di aliyê siyasî, nêzîkatiyên xwe de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne cuda ne. Lê çima wan hedef digirin? Wekî ku yek bibêje `bisekine ez ê tiştekî bikim ku alozî mezintir bibe.` Bi birçîkirin, tîkirin, pêdiviyên jiyanê û dermanan kêmkirin, îradeya vî gelî nayê şikandin. Ew qas êriş li ser wan hatin, îradeya wan nehat şikandin, dê bi ambargoyê bidin şikandin? Ne mimkun e. Ew bi xwe jî dizanin. Bi vê ambargoyê peyamên wiha didin; va ye ez heme, naxwazin pêvajoyeke ji bo çareseriyê bi pêş bikeve.

‘EM NIKARIN LI DORPÊÇA LI SER GELÊ XWE TEMAŞE BIKIN’

Li Qamişlo û Hesekê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve cihên ku hikumeta Şamê lê hene, hatine dorpêçkirin. Çima Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêwîstî bi vê dît û armanc jê çi ye?

Di destpêkê de bajarên Qamişlo û Hesekê ku ji hikumeta Şamê hatin rizgarkirin, Rêveberiya Xweser hinek cihên girêdayî hikumeta Şamê hebûn û ew dernexistin. Têvî ku bixwaze dikare di demeke kurt de wan ji wir derxe. Ji bo çi nekir? Ev peyameke siyasî ye. Wekî peyamekê ye ku bibejê `ez Sûriyê parçe nakim, yekitiya Sûriyê dixwazim` û her wiha ji bo rêyên diyalogê bimînin, em bikarin îtîfaqê bikin ku zemînek bimîne. Ji ber wê heya niha ev saziyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê hene. Tu biryareke siyasî ku kesek wan ji wir derxe, niha tune ye. Dema hikumeta Şamê li Heleb û Şehbayê dixe dorpêçê, herî kêm divê vê bibînin `hûn li wir gelê me dixwazin birçî bikin, li vir jî saziyên we hene û em jî dikarin vê bikin.` Ger heya niha me nekiribe, ji ber ku me nexwestiye, me nekir. Lê heger bibêjin `na bi israr em ê bikin` wê demê em jî dikarin vê peyamê bigîhinin; `hebûna we di nava herêmên me de ye. Ger derdora we bê girtin wê demê hûn jî nikarin pêwîstiyên xwe yên jiyanê pêk bînin.`  Ji bo wê divê rêveberiya Şamê vê mijarê bibîne, ev bi destê kê tê kirin? Ger biryareke navendî be, wê demê divê biryarek bê dayîn. Na ger hinek bi serê xwe dikin, divê ev mijar bê çareserkirin.

Bila her kes bizane ger gelê me di nava dorpêçê de be, em nikarin lê temaşe bikin. Ev ne di aliyê mirovî de, ne di aliyê qebûlkirina rastiyê de, ne jî di aliyê siyasî de tê qebûlkirin. Tu niyeta Rêveberiya Xweser ku hikumeta Şamê ji cihê wê derxe yan jî şer îlan bike, tune ye. Tenê hewldaneke ji bo rojevkirina mijara ambargoyê ye ku bibe hewldanek ji çareserkirina pirsgirêkê re.

Der barê vê ambargoyê de tu hevdîtinên we bi hikumeta Şamê re çêbûn? Nûnerên hikumeta Şamê çi dibêjin?   

Piştî ev bûyerên ku li Qamişlo û Hesekê rû dan, êdî hikumeta Şamê pirs dike ka çi heye. Komîteyên pêwendiyê yên erkdar ji bo wê meseleyê di nava têkiliyan de ne. Hewl didin bi wan re rêyeke çareseriyê bê dîtin. Lê ji ber ku hîna encam derneketiye, em nikarin ji bo wan hevdîtinan tiştekî bibêjin. Ji ber ku hîn tu îtîfaq çênebûye. Lê em bi hêvî ne di demek kurt de bêyî ku pirsgirêk mezin bibe, ev mijar bê çareserkirin.

ANHA