​​​​​​​Ciwanên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan ciwanên Dirbêsiyê bi erebeyan li kolanan geriyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, îxanet û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
9 gulan, 2022   17:16
HESEKÊ

Rojane bertekên gel ên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û beşdariya PDK’ê bilind dibin.

Îro bi sedan ciwanên Dirbêsiyê ya Hesekê bi erebeyan çalakiya şermezarkirina êrişên dagirkeriyê li dar xist. Çalakî ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeyê dest pê kir û li kolana serekê geriya û ber bi bajarokên Qirmanî û Xenamiyê ve çû.

Beşdaran diruşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re berz kirin.

(fr)

ANHA