Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”

KNK sermînereke bi sernavê “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê” li dar xist. Semîner ji aliyên Ebdusemed Mûsa û Ebduselam Ehmed ve hat dayîn.

Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”
Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”
Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”
Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”
Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”
Ji KNK semînera “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê”
9 gulan, 2022   16:26
QAMIŞLO

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) bi sernavê “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê” semînerek bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jin li dar xist.

Semîner li Bexçeyê Xwendinê yê li Qamişlo bi amadebûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jin, her wiha yekitiyên rewşenbîran hat lidarxistin. Semîner ji aliyê endama Komîteya Rêvebera a KNK Ebîr Hesaf ve hat birêvebirin, ji aliyê nûnerê Rêveberiya Xweser li Lubnanê Ebduselam Ehmed û nûnerê Koordînasyona Hêzên Civaka Sivîl a Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê Ebdusemed Mûsa ve jî hat dayîn.

‘HEMÛ DEWLET SİYASETA İNKARÊ DIDIN MEŞANDIN’

Ebdusemed Mûsa da xuyakirin ku di pêvajoya heyî ya ku Kurdistan tê re derbas dibe de ku tê de li hemberî êrişên qirkirin û dagirkirinê tê, hêjayî ku gelê Kurd rastiya xwe bîne ziman û got: “Di dîrokê bi giştî de gelê Kurd jêdera aştîxwazî û afrînera alavên şarestaniyê bû. Ji ber destkeftiyên xwe yê binerd û sererd her dem Kurdistan dihat hedefgirtin.”

Ebdusemed Mûsa da zanîn ku hêzên kapîtalîst bi dewleta Tirk re hevgirtina di navbera gelan de asteng dikin û heta niha dijminatiya wan ya li hemberî pêkhateyên Rojhilatê Navîn tê meşandin û bi destê dewleta Tirk a qirker, qirkirina çandî û fîzîkî pêk tînin."

Ebdusemed Mûsa diyar kir ku piştî şoreşa Şêx Seyîd Kurd rastî derbeyên giran hatin û got: “Bi siyaset û êrişên qirkirinê; her wiha ji bo qutkirina dengê kurdan li hemberî hemû şoreşan derketin, Komara Tirkiyê li ser xwîna gelê Kurd hatiye avakirin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Sûriyê û Iraqê siyaseta qirkirinê dide meşandin.”

‘DIVÊ EM XETERIYÊ BIBÎNIN’

Piştre Ebduselam Ehmed jî diyar kir ku ne tenê dijminê gelê Kurd zirarê dide kurdan, îro hin aliyên kurdî bi nakokiyên di navbera xwe de dijîn û got: “Li Başûr 2 alî hene ji ber nakokiyên di navbera wan de Kerkûk hat dagirkirin. Li Rojava jî aliyê ku xwe bi muxalefet nîşan dike di nava xwe de ne sererast e.”

Ebduselam Ehmed da zanîn ku li şûna jiyîna bi nakokiyan re pêwîst e li gorî pêvajoya heyî ya hestiyar; ew amade bin û li gor wê tev bigerin û wiha pê de çû: “Dagirkirina ku di dîrokê de rû da bi erêkirina Sûriyê, Îran û Iraqê bû; mînaka wê jî di dema Sedam de dewleta Tirk çend bi çend kîlometre derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Niha jî pêvajo di vî warî de ye, divê em vê xeteriyê bibînin.”

‘BILA DEV JI BERJEWENDIYÊN PARTÎTÎ Û MALBATÎ BERDIN’

Ebduselam Ehmed destnîşanî siyaseta ku PDK`ê li Başûr dide meşandin kir û got: “Di 2007`an de ji bo rêgirtina li ber gerîlayan derdora Başûrê Kurdistanê bi giştî hat girtin, herî kêm di pêvajoya heyî de bila PDK`ê bi dewleta Tirk re alîkar nebe, her wiha divê dev ji berjewendiyên malbatî û partîtî berde.”

(sb)

ANHA