Şêniyên Dêrikê şehîd Rojda Bakur oxir kir

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê îro cenazeyê endama rêveber a Çand û Hunera Demokratîk şehîd Rojda Bakur (Buhar Yeşilurt) li goristana şehîd Xebat Dêrik, oxir kir.

Şêniyên Dêrikê şehîd Rojda Bakur oxir kir
9 gulan, 2022   12:29
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê û her çar navçeyên wê ji nexweşxaneya şehîd Hogir ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin rê.

Li goristana şehîdan, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qamişlo, Seyît Riza got: "Şehîd Buhar di temenekî biçûk de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de gelek caran hat binçavkirin û birîndar bû." 

Seyît Riza wiha axaftina xwe dewam kir: "Şehîd Buhar tevî ku gelek caran hat binçavkirin û êşkenckirin jî, lê dîsa di têkoşîna xwe de tawîz neda û piştî ku serbest hat berdan careke din tevlî tevgera rizgariyê bû."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Ciwan Hesen jî got: "Kurdistan di qonaxeke nazik re derbas dibe, erka Meclisa Malbatên Şehîdan û hemû gel û pêkhateyên herêmê ye ku rêya şehîdan bişopînin û li dijî hemû komplo û planên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bisekinin."

Li ser navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk, endama komîna Sînema Safînaz Evdikê got: "Erka me ye ew ku rêya şehîdan bişopînin û xwedî li axa ku bi xwîna wan hatiye avdan, derkevin. Ji ber vê yekê divê her kes erka xwe pêk bîne û xwe bi rêxistin bike û da ku hêjayî nirx, mîrat û xwîna şehîdan be."

Wesîqeya şehîd Rojda Bakur ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Mihemed ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.              

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêvebera Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Rojda Bakur (Bahar Yeşilurt) ji ber nexweşiyeke giran de şehîd bûbû.

(dx)

ANHA