Şehîd Malda Kûsa li Hesekê hate bibîranîn

Endama Komîteya Jineolojî Malda Kûsa di salvegera 3‘yemîn a şehadeta xwe de li Hesekê hat bibîranîn.

Şehîd Malda Kûsa li Hesekê hate bibîranîn
9 gulan, 2022   12:18
HESKEÊ

Bi boneya salvegera 3‘yemîn a şehadeta endama Akademiya Jineolojiya Malda Kûsa, Akademiya Jineolojiya û Kongra Star merasîmê bîranînê li ser gora wê ya li gundê Şercî li dar xist. Malbata şehîd, endamên Akademiya Jineolojiya û Kongra Star beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa axivî û got: “Em bi serbilindî şehîd Malda bi bîr tînin. Şehîd Malda şehîda yekemîn a Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Rîma wiha domand: “Ruxmî ku şehîd Melda biçûk bû, lê bi hezkirin û bi keda xwe li hember êrişan sekinî û hewl da rêbaza jiyana jinan bi pêş bixe.”

Rîma Îsa destnîşan kir ku Kesek nikare vîn û îradeya jinên Kurd, Ereb û pêkhateyên din têk bibe.

Her wiha di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Hisên axivî û got: “Em şehîd Malda bi bîr tînin ku şopdarê rêya şehîd Zîlan, Viyan û Bêrîtan bû.”

Fatma Hisên bang li pêkhateyên herêmê kir ku herêmê ji êrişên dijminan biparêzin û piştgiriya gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bikin.

Di dawiya merasîmê de, Akademiya Jineolojî  wêneya şehîd Malda diyarî malbata wê kir.

Endama Komîteya Jineolojî Malda Kûsa dema ku diçû ser karê xwe, li ser rêya Hesekê- Holê di êrişekê de şehîd bû.

(şx)

ANHA