​​​​​​​Gaziyên şer: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin

Gaziyên şer êrişên deweta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, ew ê rê nedin tu dewletekê ku axa wan a bi xwîna şehîdan hatiye avdan dagir bike û heta dawiyê wê li ber xwe bidin.        

​​​​​​​Gaziyên şer: Em ê destkeftiyên şehîdan biparêzin
7 gulan, 2022   01:50
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû hêza xwe hewl dide destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Di 17'ê Nîsanê de êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand û êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Hemwextî êrişên dewleta Tirk, artêşa Iraqê bi destekdayîna PDK'ê êrişeke berfireh li dijî Şengalê pêk anî.

Têkildarî mijarê, endamê Saziya Gaziyên Şer a Minbicê Ferhad Kobanê got: "Di van demên dawî de me dît ku dewleta Tirk a dagirker çawa bi balafirên bê mirov û her cure çekan êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Rojava zêde kirin."

Ferhad Kobanê wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em van êrişên li ser herêmên me şermezar dikin, me 13 hezar şehîd û 11 birîndar dan, lê dewleta Tirk naxwaze em di nav ewlehî û aramiyê de bijîn ji ber vê yekê êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne."

Endamê Saziya Gaziyên Şer, Şengal Turkmanî got: "Dewleta Tirk a dagirker hîn jî jin û zarokên di malên xwe de ne dike hedef û hê jî êriş û binpêkirinên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gundewarên bajarê Minbicê dewam dike da ku şêniyan ji malên wan koçber bike û zêdetir herêman dagir bike."

Şengal Turkmanî di dawiya axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, wan ji bo tunekirina DAIŞ şehîd dane û ew ê li dagirkeriyê têk bibin.

(dx)

ANHA