​​​​​​​Kongra Star a li Lubnanê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin

Kongra Star a li Lubnanê bang li hikumeta Iraqê kir Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike, her wiha êrişên li dijî Şengalê jî şermezar kirin.

​​​​​​​Kongra Star a li Lubnanê êrişên li dijî Şengalê şermezar kirin
6 gulan, 2022   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a li Lubnanê der barê êrişên artêşa Iraqê li dijî Şengalê daxuyaniyek da.

Kogra Star banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û rawestandina lêkirina dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de kir.

Endama nûnertiya Kongra Star a li Lubnanê Meyade Erebo daxuyanî li navenda Kongra Star xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cîhan di kaos û fersengirtinê de ye, ew jî nîşaneya Şerê Cîhanê yê Sêyemîne. Her wiha dîroka gelê Kurd û Kurdistanê jî li ser bingeha şoreş, berxwedan û têkoşînê ye.

Ji ber wê îro dewletên kapîtalîst û faşîst hewl didin gelê Kurd qir bikin, êrişên barbarî li dijî Şengalê pêk tînin. Artêşa Iraqê û PDK’ê hevkar in û dixwazin Şengalê kontrol bikin. Ev jî dikeve xizmeta siyasetên dewleta Tirk a dagirker. Di navbera Şengal û Rojava de dîwar lêdikin, da ku plana dagirkeriya Tirk a kontrolkirina herêmên Zap, Metîna û Avaşîn pêk bê.

Her wiha hate eşkerekirina ku dema DAIŞ’ê êrişî civaka êzidî ya li Şengalê kir, bi hezaran welatî qetil kirin û jinên êzidî firotin. Wê demê artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê parastina Şengalê nekirin. Lê ya parastina Şengalê kir, gerîla bûn. Piştî vê û li şûna artêşa Iraqê bi erka xwe ya parastina welatiyên Şengalê rabe êrişî Şengalê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, Kongra Strar êrişên li dijî Şengalê şermezar dike û bang li rêxistinên hiqûqî dike pabendî mîsaq û qanûnên mirovî bibin. Her wiha bang li hikumeta Iraqê dikin ku gelê Şengalê biparêzin, ji ber ew j welatiyên Iraqî ne û Rêveberiya Xweser a Şengalê di destûra xwe de nas bike.

(fr)

ANHA