Bi hezaran welatiyan sersaxiya malbat şehîd Herekol Tekoşer xwest

Bi hezaran welatiyên Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê sersaxiya malbata şehîd Herekol Tekoşer xwest.

Bi hezaran welatiyan sersaxiya malbat şehîd Herekol Tekoşer xwest
Bi hezaran welatiyan sersaxiya malbat şehîd Herekol Tekoşer xwest
Bi hezaran welatiyan sersaxiya malbat şehîd Herekol Tekoşer xwest
Bi hezaran welatiyan sersaxiya malbat şehîd Herekol Tekoşer xwest
6 gulan, 2022   18:46
NAVENDA NÛÇEYA

Welatî li Qada Azadî ya li Girkê Legê kom bûn û ber bi konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Rênas Yûsif (Herekol Tekoşer) ve çûn. Şehîd Herekol Tekoşer di 27’ê Nîsana 2022’yan de li Zapê şehîd bûbû.

Welatiyan wêneyên şehîd Herekol Tekoşer, wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Ocalan, al û sembolên kurdî hildan û tev li kolanên Girkê Legê yên sereke gerîn. Di nav de jî diruşmên silavkirina berxwedana gerîlayan hildan.

Piştî welatî gihaştin konê sersaxiyê meş li pêş konê sersaxiyê vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Dûvre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Ebdurehman Xêrkê axivî û wiha got: "Di şexsê şehîd Herekol de em berxwedana Zap, Avaşîn, şêniyên Şengalê û hêzên wê silav dikin. Her wiha armanca dewleta Tirk ji dema damezrandinê ve qirkirina gelan bû."

Xêrkê wiha domand: "Fikir û felsefeya rêber Ocalan komplo û planên dewleta Tirk a faşîst ên derbekirina biratiya di navbera gelan de pûç kirin."

Xêrkê di dawiyê de da zanîn ku berxwedana şêniyên Şengalê û YBŞ’ê planên hikumeta Kazim, PDK’ê û faşîzma Tirk têk birin.

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê Hisên El-Elî li ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê axivî û got: "Bi fedekariya şehîdên me, me Rêveberiya Xweser damezrand, gel parast û maf li xwediyan vegerand."

Li dawiyê wesîqeya şehîd Herekol Tekoşer hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA