Ava çemê Firatê di asta xwe yê herî kêm de ye

Endamê rêveber ê Bendava Rojava "Tişrîn" diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî ava çemê Firatê qut dike û jiyana derdora 7 milyon kesan dixe xeteriyê.

Ava çemê Firatê di asta xwe yê herî kêm de ye
Ava çemê Firatê di asta xwe yê herî kêm de ye
Ava çemê Firatê di asta xwe yê herî kêm de ye
Ava çemê Firatê di asta xwe yê herî kêm de ye
7 gulan, 2022   03:25
MINBIC-EHMED QERACE

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyên çekan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, li Bakurê Kurdistanê jî operasyona qirkirina siyasî li dijî hemû dijberên AKP`ê û MHP`ê dewam dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewleta Tirk a dagirker herêmên nêzî eniyên şer bi tank û topan dike armanc. Di heman demê de rêjeya ava Firatê ku bingeha jiyana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye kêm kiriye.  

Dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir û peymana 1987`an parvekirina ava çem bi Sûriyê û Iraqê re bin pê dike. Li gorî peymanê para Sûriyê û Iraqê ji ava Firatê zêdetirî 500 metrekab di saniyekê de ye. Di sala 1994'an de Sûriyê peyman li gel Neteweyên Yekbûyî tomar kir ku da ku mafê xwe ji ava misoger bike.

Lê dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileya par ev peyman bin pê kir. Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El-Hemadîn wiha axivî: "Êdî hejmara 200 metrekab ji bo me bûye hejmareke zehmet. Ava tê berdan bûye di navbera 150 û 190 metrekab de. Hewcedarî bi avdanê, ava vexwarinê û kehrebê heye. Rêjeyên stratejîk ên li golên bendava Tişrînê gelek nizm bûye.”

El-Hemadîn bi domdarî got: “Rêjeya depokirinê li golan bi du astan ve girêdayî, jêrîn û jorîn. Dibe ku bendav li ser her du astan bixebite. Heke ev ast rawestin, dê bendav raweste. Bi wê re wê gelek pirsgirêkên kehrebeyê bîne. Niha rêjeya avê di bendavê de daketiye asta herî nizm. Karîna torbînan ji 105 û 110 mega wat di her saetekê de daketiye 50 mega wat di her saetekê de.”

Her wiha El-Hemadîn diyar kir ku torbîn di bendavê de hene dema herikîna avê baş be û rêjeya depokirinê di asta wê ya xwezayî de be dikarin di 24 saetan de kehrebeyê derxin û ev agahî parve kirin: “Niha herikîn kêm e, em nikarin pêdiviyên herêmê ji kehrebeyê peyda bikin, bendav niha ji saet 16:00`an heta saet 22:00`yan dixebite.”

`BANDOR LI AVA VEXWARINÊ DIKE Û GEMAR KOM DIBIN`

Her wiha El-Hemadîn destnîşan kir ku di havînê de wê pirsgirêkên din derkevin nexasim ku piraniya herêmên li ser beravên çemê Firatê yekser ava vexwarinê ji çemê digirin û got: "Ji ber ku av zêdetirî 4 metreyan kêm bûye, êdî şênî nikarin avê ji çem peyda bikin û niha bi rêya sahrîcan pêdiviyên xwe ji avê peyda dikin."

El-Hemadîn da zanîn ku çiqas rêjeya avê kêm bibe, ewqas gemar û çop di çemê de kom dibin û wiha pêde çû: " Teşeya golê pîramîd e û zemîna wê biçûk e. Heke av kêm bibe, dê bandorên gemarê yekser diyar bibin û gemar wê derkevin, ev dê avê qirêj bike û pê re dê peydakirina ava vexwarinê ji çemê zehmet bibe.”

`BANDOR LI ÇANDINIYÊ DIKE`

Hemûd El-Hemadîn îşaret pê kir ku mewsima çandiniyê ya par pir xirab bû û îsal jî baran kêm bariya, di ser de cara yekemîn e di dîroka çemê Firatê de, asta avê ewqas kêm dibe.

Li gorî El-Hemadîn, ev yek bi awayekî yekser bandor li cotkaran kir bi taybet ava gola bendavê bi 2 kîlometreyan ji wan dûr ket û ev li gotina xwe zêde kir: “Dikarin bi rêya genartor û xertûman vê pirsgirêkê çareser bikin, lê dê lêçûna wê biha be. Bi giştî dê bandorê li hilberînin zivistanê jî bike.”

Der barê rewşa hilberîna zivistanê de El-Hemadîn got: “Piraniya cotkaran ji ber nebaşbûna mewisma zivistanê bi gilî û gazinc in ji ber ku baran kêm bariya û derfetên avdanê jî kêm bûn. Di encamê de cotkar neçar dimînin hilberînin ku pêwîstiya wan bi avê pir tune ye biçînin, di pirî caran de jî ew hilberîn ne stratejîk in.”

`HEKE QUTKIRINA AVÊ BIDOME JIYANA 7 MILYONAN DIKEVE XETERIYÊ`

Têkildarî mewisma havînê de El-Hemadîn ev nirxandin kir: “Di havînê de, dê rêjeya hilmdayînê û hewcedariya bi avê zêde bibe. Em dibêjin rewş gelek xeter e, tenê hindek maye ku bigihêjin asta herî nizm a ava bendavê, yanî heke wisa berdewam bike dê bendav bi temamî raweste. Wek encam dê kehrebe qut bibe, pompên avdan û vexwarinê rawestin. Ev nîşaneya rûdana kareseteke mirovî dide.”

Endamê rêveber ê Bendava Tişrîn Hemûd El-Hemadîn bang li rêxistinên mafên mirova kir û got: “Rewş pir nebaş e, çima hûn bêdeng in? Gelo gengaz e ku ewqas av hebe û bê qutkirin. Lihevkirinên navneteweyî hene lê dîsa pêk nayên. Em li hember bêdengiya navneteweyî şaş dimînin. Derdora 7 milyon kes di xeteriyê de ne.”

(eh)

ANHA