Li Hesekê rewşenbîr Mecîd Xezê hate bîranîn

Ji bo bîranîna salvegera 18’an a rewşenbîrê Kurd Mecîd Xezê, malbata wî  û Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê merasîma îmzekirina pirtûka gotinên pêşiyan li dar xist.

Li Hesekê rewşenbîr Mecîd Xezê hate bîranîn
Li Hesekê rewşenbîr Mecîd Xezê hate bîranîn
Li Hesekê rewşenbîr Mecîd Xezê hate bîranîn
Li Hesekê rewşenbîr Mecîd Xezê hate bîranîn
Li Hesekê rewşenbîr Mecîd Xezê hate bîranîn
6 gulan, 2022   19:23
HESEKÊ

Rewşenbîrê Kurd Mecîd Xezê yek ji kesayetên welatparêz ên Kurd e, bi hezkirina xwe ji komkirina gotinên pêşiyan re tê nasîn û her wiha berhemên wî yên helbestên kurdî jî hene. Ji hêla saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Baasê ve hate girtin û îşkence lê hate kirin.

Merasîm li Parka Xwendinê ya Heselê hate lidarxistin, tê de bi dehan nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên amade bûn. Tê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Mihemed Taha Qasim axivî û behsa serpêhatiyên Mecîd Xezê kir û wiha got: "Helbestvan û rewşenbîrê Kurd Mecîd Xezê ji malbateke welatparêz a Kurd bû. Ji ber rewşa madî ya nebaş û ji bo debara malê karê firoşkariya gerok kir."

Qasim wiha domand: "Berhemên wî yên helbestan jî hene û bi hezkirina ji komkirina gotinên pêşiyan ên Kurdî dihat nasîn. Gelek caran bi sedema helbestên xwe yên li ser doza Kurd û Kurdistanê ji hêla rejîma Baasê ve hate girtin."

Ji bo bîranîna wî, Malbata wî û Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê gotiyên pêşiyan ên Mecîd Xezê kom kirine xistin pirtûka bi navê "Peyvên Zêrîn" û bi merasîmekê pirtûk hate îmzekirin. Di Merasîmê de helbestvan Îsa Xilo hin helbet û gotinên pêşiyan xwend.

(fr)

ANHA