Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin

Bi boneya cejna Remezanê rêxistinên civaka sivîl ên Reqayê, şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist. Her wiha diyarî li zarokan hatin belavkirin.

Li Reqayê şahiyek ji zarokên şehîdan re hate lidarxistin
4 gulan, 2022   10:19
REQA

Şahî ji aliyê saziyên civaka sivîl ve li Seyrangeha Mişwar a li Reqayê hat lidarxistin. Bi sedan malbatên şehîdan û zarokên şehîdan ên Reqayê û endamên rêxistinên civaka sivîl tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endamê rêveber ê rêxistinên civaka sivîl Îbrahîm El-Egle axivî û bixêrhatina beşdaran kir. El-Egle rola şehîdan di rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê de silav kir.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokan hatin belavkirin.

(şx)

ANHA