Rûspiyên êlên Ereb: Li şûna ku hûn şerê êzidiyan bikin, şerê dewleta Tirk a dagirker bikin

Rûspiyên êlên Ereb û yên kantona Hesekê bang li hikumeta Iraqê kir ku li şûna ku şerê civaka êzidî bike, dagirkeriya Tirk a li ser xaka Iraqê bi dawî bike.

Rûspiyên êlên Ereb: Li şûna ku hûn şerê êzidiyan bikin, şerê dewleta Tirk a dagirker bikin
4 gulan, 2022   11:33
HESEKÊ

Rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Holê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Iraqê yên bi desteka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li ser Şengalê şermezar kirin.

Rûspiyê êla El-Cebûr Siûd El-Salim bi tevlêbûna rûspî û endamên meclisa navçeya Holê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de rûspiyan got: “Em bi tundî êrişên li ser Şengalê û xelkê wê şermezar dikin. Piştî ku di êrişên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê de xelkê wê bi tenê hiştin û piştî ku bajar rizgar bû, niha artêşa Iraqê û PDK dixwazin wê vegerînin bi kontrola xwe.”

Di daxuyaniyê de rûspiyan diyar kir ku bi saya fedakariyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şengal rizgar bû.

Rûspiyan di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê û artêşa wê kir ku li şûna şerê gelê Şengalê dike, şerê artêşa Tirk bike û dagirkeriya wê ya li ser Iraqê bi dawî bike.

Di daxuyaniyê de rûspiyan komployên domdar ên li dijî Şengalê û gelê wê şermezar kirin, bang li hikumeta Iraqê kir ku bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku dagirkirina Iraqê armanc dike. Her wiha rê nedin ku DAIŞ`ê dîsa çalak bibe.

(şx)

ANHA