Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê: Divê civata navneteweyî vî şerî rawestîne

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê êrişa artêşa Iraqê ya bi desteka PDK`ê ya li dijî Şengalê şermezar kir û bi şerekî nû yê qirkirinê yê li dijî êzidiyan bi nav kir. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember êzidiyan bi cih bînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê: Divê civata navneteweyî vî şerî rawestîne
4 gulan, 2022   10:12
KOBANÊ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Nîhad Ehmed daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de şerê ku artêşa Iraqê li dijî Şengalê ragihandiye, hat şermezarkirin û bi navê “şerê nû yê qirkirinê yê li dijî êzidiyan” hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev şer şerê qirkirinê tîna bîra me ku DAIŞ`ê li dijî êzidiyan ragihand. Wê demê PDK’ê û artêşa Iraqê dev ji êzidiyan berda û bi DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin. DAIŞ`ê jî xelkê Şengalê kuşt, dest avêt jinên wan û di sûkan de firotin.”

Di daxuyaniyê de bang li artêşa Iraqê hat kirin ku bi planên dewleta Tirk a dagirker neyê xapandin ku ji demeke dirêj ve li dijî civaka êzidî amade dike.

Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih. Ji ber ku bi hezaran xelkê Şengalê di dorpêçê de ye û rastî hovanetirîn komkujiyên serdema 21`an tên, divê civata navneteweyî vî şerî rawestîne.

(şx)

ANHA