Li Eyn Îsayê zarokek kete nava ava lehiyê û xeniqî

Li gundê Dirûbiyê yê navçeya Eyn Îsayê zarokek kete nava ava lehiyê û jiyana xwe ji dest da.

Li Eyn Îsayê zarokek kete nava ava lehiyê û xeniqî
4 gulan, 2022   09:51
EYN ÎSA

Duh zarokê 7 salî yê bi navê Omer Fewaz El-Derîx ê ji gundê Dirûbiye yê Eyn Îsayê, kete xendeke ji ber ava lehiyê tijî bûbû û di encamê de xeniqî.

Li herêmên rojhilatê Sûriyê ji ber barana zêde di demên dawîn de gelek lehî radibin. Di encamê de zirar gihaşt gelek malên welatiyan û bi sedan seriyên pez telef bûn. Her wiha zirar gihaşt bi hezaran hektarên çandiniyê.

(şx)

ANHA