Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi dijwarî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin
4 gulan, 2022   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev saet di 12:40`an de bi zêdetirî 100 topan gundên Qinêtra, Bênê, daristanên gundê Soxanakê û derdora wê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 12:50`an de hedefgirtina herêmê berfireh kir û derdora navçeya Til Rifet, gundên Eyn Deqnê, Meranaz, Bêlûniye, Şewarxa, Keleha  Şewarxa yên heman navçeyê topbaran kirin. Her wiha balafirên bêmirov li asîmanê kantonên Şehba û Efrînê geriyan.

Piştî wê saet di 01:00`an de dewleta Tirk a dagirker gundên Dêr Cimêl, Ziyaretê  û derdora gundê Aqîbê yên Şêrawayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker saet di 01:30`an de gundên Semûq û Herbel ên kantona Şehbayê jî topbaran kirin.

(şx)

ANHA