​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, êrişa artêşa Iraqê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê şermezar kirin û piştgirî da berxwedana Şengalê.

​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê
​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê
​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê
​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê
​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê
​​​​​​​Şêniyên Helebê piştgirî da berxwedana Şengalê
3 gulan, 2022   18:30
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişa li ser Şengalê, îro bi sedan welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandan li dar xistin.

Welatî li ber hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd li hev kom bûn, wêneyên şehîdan û alên YBŞ û şehîdên Şengalê bilind kirin.

Her wila pankartên " آa ji qirkirina civaka Êzidî re, bijî berxwedana Şengalê, na ji siyaseta Kazimî re, na ji fermana 74'an re" vekirin.

Xwepêşandan li nava kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriya û li ber navenda Meclisa Şehîd Gelhat  sekinî.

Li wir ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Arec û Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Helebê Yildiz Marko axivîn.

Ehmed Arec di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêkhateyên bajarê Heelbê biryara piştgiriya berxwedana Şengalê dane û got, tişta li Şengalê rû dide hevkariya di navber hêzên faşîst di serî de hikûmeta Iraqê û PDK'ê de ye.

Erec destnîşan kir ku di vê qonaxê de ji bo rê li ber komployan bê girtin pêwîstî bi  havkariya di navbera gelên Rojhilata Navîn de heye.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Arec di dawiyê de teqez kir ku ji bo parastina destkeftiyan pêwîstî bi fedekariyan heye.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Helebê Yildiz Marko jî teqezî li ser piştgiriya bi berxwedana Şengalê kir.

Yildiz Marko got, dema hikûmeta Iraqê û PDK'ê dest ji Şengalê berdan, Tevgera Azadiya Kurdistanê parastina Şengalê kirin.

Yildiz Mako wiha gotina xwe bi dawî kir, parêzvanên projeya demokratîk li Şengalê dê li dijî zihniyeta faşîst û diktator bisekin û parastina Şengalê ji komployan bikin.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên bijî berxwedana Şengalê û banga sekinandina komkujî û fermanan bi dawî bû.

(şt)

ANHA