​​​​​​​Ciwanên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengalê dan

Bi dehan ciwanên bajarê Kobanê li dijî êrişên artêşa Iraqê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê xwepêşandanek li dar xist.

​​​​​​​Ciwanên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Şengalê dan
3 gulan, 2022   16:45
KOBANÊ

Bi dehan ciwanên Kobanê li qada Jina Azad kom bûn û li dijî êrişên artêşa Iraqê yên bi desteka PDK'ê yên li ser Şengalê xwepêşandan li dar xist.

Beriya xwepêşandan dest pê bike, hevseroka Desteya Ciwan û Wezîşê ya Herêma Firatê Xunav Elî axivî.

Xunav Elî bal kişand ser êrişa artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û got: " Armanc ji êrişan dagirkirina Şengal e, lê belê em ji cîhanê bi giştî re dibêjin, êrişên artêşa Iraqê bi hevkariya PDK'ê, malbata Barzanî û desteka dewleta Tirk dê vîna gel neşikîne û nede koçberkirin."

Xunav Elî di axaftina xwe de ev pirs kir: "Dema DAIŞ êrişî Şengalê kir, artêşa Iraqê û malbata Barzanî li kuderê bûn?"

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê di dawiyê de bang li ciwanên her çar aliyên Kurdistanê kir piştgirî bidin Şengalê û ji bo parastina Şengalê tev li seferberiyê bibin.

Piştre ciwan ji qada Jina Azad ber bi qada Şehîd Egîd û qada Azadî ve meşiyan.

Ciwanan pankartên " Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" û  "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê" bilind kirin û siloganên şermezarkirina êrişa li ser Şengalê jî berz kirin.

(şt)

ANHA