​​​​​​​Pêkhateyên Hesekê banga rawestina qirkirina êzidiyan kir

Pêkhateyên bajarê Hesekê êrişên hikûmeta Iraqê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê şermezar kirin û ji hikûmeta Iraqê xwesetin wan êrişên qirkirinê rawestîne.

​​​​​​​Pêkhateyên Hesekê banga rawestina qirkirina êzidiyan kir
3 gulan, 2022   16:16
HESEKÊ

Bi dehan rûspiyên Kurd û Ereb, endamên saziyên sivîl ên bajarê Hesekê li navenda PYD'ê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin.

Ji rêvebirên PYD'ê ya li kantona Hesekê Hisên Berî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:"Bi komployeke hevbeş di navbera hikûmeta Kazimî, PDK'ê û dewleta Tirk, artêşa Iraqê êrişeke berfireh li dijî Şengalê daye destpêkirin.Bi vê yekê hemû pîvan û peymanên mirovî û navneteweyî bin pê dikin û mîna fermana 2014'an dubare dikin.''

Pêkhateyên bajarê Hesekê di daxuyaniya xwe de ev tişt jî anîn ziman: "Diviyabû hikûmeta Iraqê li dijî tevgerên dagirkeriyên yên dewleta Tirk li Bakurê Iraqê rawestiba. Divê rê li ber pêkanîan plana sê alî ya hikûmeta Iraqê, PDK'ê û dewleta Tirk bê girtin.''

Di daxuyaniyê de daxwaz ji gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê, hêzên demokratîk li hundir û derveyî Kurdistanê hat kirin kirin ku li hember qirkirinê rawestin.

Di dawiyê de pêkhateyên bajarê Hesekê diyar kirin ku ev plan xeterî li ser hebûn û nasnameya gelên resen ên herêmê çêdike û ji gelên herêmê xwestin li dijî hêzên faşîst ên dagirker û di serî de dewleta Tirk rawestin.

(şt)

ANHA