​​​​​​​Ji dema kuştina Xaşiqcî ve cara yekê Erdogan serdana Riyadê dike

Piştî xirabûna têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyê di 2018`an de, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi serdaneke fermî diçe Riyadê. Ji dema kuştina rojnamevanê Cemal Xaşiqcî ve, ev serdana yekemîn e.

​​​​​​​Ji dema kuştina Xaşiqcî ve cara yekê Erdogan serdana Riyadê dike
28 nîsan, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdogan îro (pêncşemê) berê xwe dide Erebistana Siûdî û dê serdana wî 2 rojan dewam bike. Di serdanê de dê Erdogan têkiliyên Enqere û Riyadê û “rêbazên zêdekirina hevkariyê” nîqaş bike.

Ji dema kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî di 2018`an de li konsolxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê û ji dema veguhestina doza kuştina Xaşiqcî bo Siûdiyê di 7`ê Nîsanê de, ev serdana yekemîn e.

Piştî kuştina Xaşiqcî têkiliyên her du dewletan xirab bûbûn. Her wiha Erdogan hikumeta Siûdiyê bi kuştina Xaşiqcî tawanbar kiribû.

Cemal Xaşiqcî (59) di Cotmeha 2018`an de li Stenbolê hatibû kuştin.

Di demekê de ku Tirkiye hewl dide aloziya xwe ya aborî derbas bike, hewl dide têkiliyên bi Riyadê re baş bike.

Riyad di salên piştî bûyerê de bi awayekî ne fermî hewl da di aliyê aborî de zextê li Enqereyê bike û kel û pelên Tirkiyê boykot kirin.

Erdogan hewl dide têkiliyên bi hevrikên xwe yên herêmî re baş bike, wekî Misir û Îmaratê.

(cx)