Eyşe Mehmûd: Dewleta Tirk bi rêya şer tolê ji şoreşa Rojava hildide

Endama Koordînasyona Kongra Star Eyşe Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagir kirine, sûcan pêk tînin û rojane zêde dibin.

Eyşe Mehmûd: Dewleta Tirk bi rêya şer tolê ji şoreşa Rojava hildide
28 nîsan, 2022   08:29
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî qirêjî li dij jinan li herêmên dagirkirî û Efrînê didomîne. Di demên dawîn de li herêmên dagirkirî kuştin û revandina jinan zêde bûye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ku di nava 4 salan de zêdetirî 85 jin hatine kuştin, her wiha zêdetirî 71 jin rastî tecawizê hatine û 8 hezar jin jî hatine revandin.

/ar/uploads/files/2022/04/28/065137_aaeshh-mhmwd-aldwlh-altrkyh-tntqm-mn-thwrh-rwj-aafa-bshkhsyh-almrah-fy-almnatq-almhtlh-28229.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star Eyşe Mehmûd têkildarî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê û nexasim Efrînê wiha axivî: "Jinên li wan herêman ji ber sûcên ku nayên hejmartin, rastî xetereyeke mezin tên."

‘DI KESAYETA JINAN DE DIXWAZIN ŞOREşA ROJAVA TÊK BIBIN’

/ar/uploads/files/2022/04/28/065014_aaeshh-mhmwd.webp

Eyşe Mehmûd got dewleta Tirk dixwaze bi rêya şerê li dijî jinan ku têkoşiya da ku wekhevî û aştiyê di navbera pêkhateyên civakê de pêk bîne ku tolê ji Şoreşa Rojava rake û ew jî piştî damezirandina Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê bû lê dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê sîstemeke deshilatdar ava kir ku tu mafê jinan û banga azadiya jinan têde tune ye.

Eyşe got jinên li herêmên dagirkirî ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve (MÎT) û çeteyên ve rastî kuştin, êşkencekirin, revandin û hemû cûreyên tundiyê, ew jî bi rêya ferzkirina zihniyeta desthilatdar û sîstema kapîtalîzim a cîhanî li ser civakê da ku serweriya xwe di kesayeta jinê de li ser jinan ferz bike.

Eyşe di axaftina xwe de behsa hejmara mezin a jinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên dagirkirî hatine revandin û got zêdetirî hezar û 200 sûcê revandinê hatine belgekirin her wiha teqez kir ku tişta ku hatiye belgekirin beşeke biçûke lê hejmara rast ji vê yekê mezintir e.

Eyşe destnîşan kir ku di şopandina Kongra Star ji rewşa jinên li herêmên dagirkirî re, mukirhatinên şêniyên li herêman ku sûcên li dijî jinan têne kirin gihaştine astên herî bilind.

Her wiha teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker derfetê nade rêxistinên jin û hiqûqî ku derbasî herêmên dagirkirî bibe da ku rewşa jinan eşkere bike.

‘RÊXISTINÊN HIQÛQÎ Û JINAN TIŞTEKÎ NAKIN‘

Eyşe Mehmûd got belgeyên wan hene ku sûcên dewleta Tirk li dijî jinan li kantona Efrînê îsbat diek û ji rêxistinên hiqûqî, navneteweyî û rêxistinên jinan re, şandine.

Eyşe wiha domand: "Rêxistinên hiqûqî û jinan di dosyayên hesabxwestina ji dewleta Tirk û çeteyên wê di dadgehên navneteweyî têkildarî sûcên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê ku li dijî jinan têne kirin tenê bi devkî destekê dide lê li ser erdê ti tiştî nake."

Eyşe Mehmûd teqez kir ku dewleta Tirk dixwaze îradeya jinê ku roleke ber çav di Şoreşa Rojava de di hemû warên leşkerî, siyasî û civakî de pêk aniye û li cîhanê û Rojhilata Navîn bûye mînak têk bibe û dewleta Tirk ji vê yekê ditirse û dibîne ku gefan li sîstema kapîtalîst, dixe.

Eyşe Mehmûd di dawiyê de teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker dê nikaribe îradeya jinê bişkîne, ji ber ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir birêxistin bûye, dikare parastina hemû mafên civakê bike û ew jî bi rêya YPJ`ê ye.

(bx)

ANHA