‘Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn rêya yekane ye’

"Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi bilindkirina berxwedan û têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê pêkan e." Bi van gotinan Mihemed Xetîb Hiso îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê kir da ku rêber Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.

‘Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîn rêya yekane ye’
28 nîsan, 2022   07:54
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran kiriye, piştî ku di sala 1999`an de li Kenyayê bi komployeke navneteweyî hate girtin.

Di 25`ê Adara 2021`an de ku rêber Abdullah Ocalan cara dawî bi birayê xwe Mehmed Ocalan re bi telefonê peywendî danî.

Tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin hêrseke mezin di nava gel de çêkir û ew jî bi rêya gelek çalakî û xwepêşandanan derket holê.

Têkildarî mijarê, kesayetê welatparêz Mihemed Xetîb Hiso got dewleta Tirk çavkaniya terorê ye û tu têkiliya wê bi qanûn û mafên mirovan re tune ye.

Mihemed Xetîb Hiso wiha axivî: "Dewleta Tirk her tiştê qedexekirî û ji derveyî qanûnê pêk tîne. Ji beriya çend salan ve ku dewleta Tirk derfetê nade parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan ku hevdîtinê bi wî re pêk bîne. Di hemû qanûnên cîhanê de ji mafê girtî ye ku bi malbat û parêzerên xwe re her demekê, bicive."

Xetîb Hiso du caran di navbera 1992-1996`an de li Şamê û Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û ew bavê şehîd Ebdurehîm Hiso (Ferhad Roj) ye.

Kurê wî di sala 1999`an de piştî komploya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan tev li nava HPG`ê bû û di sala 2004`an de li herêma Botan di berxwedana di nava HPG`ê de li dijî dewleta Tirk, şehîd bû.

Hiso dibêje rêber Abdullah Ocalan rêberekî navneteweyî ye, ji bo hemû gelan, her wiha ji bo danasîna gelan bi mafên wan ku di bin zilma sîstemên desthilatdar de ne.

Hiso diyar kir ku tecrîd berdewama komployeke nû ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Girankirina tecrîdê û qedexekirina hevdîtina Rêbertî bi malbat û parêzerên wî re komployeke hevbeş a dewleta Tirk û hêzên cîhanî ye da ku pêwendiya di navbera Rêbertî û gel de qut bike."

Hiso destnîşan kir ku ev siyaset dê bi ser nekeve û destnîşan kir ku armanc ji bikaranîna siyaseta tecrîdê ji aliyê dewleta Tirk ve ew e ku îrade û morala gelê Kurd û gelên Kurdistanê bişikînin, derfetê nedin ku praspektîfên rêber Abdullah Ocalan bigihêjin gel, ji ber perspektîfên Rêbertî têrê dikin ku rewş û aloziyên ku herêm tê re derbas dibe, biguherîne.

Hiso wiha axivî: "Dewleta Tirk derfetê nade rêber Ocalan ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev jî dê alozî û pirsgirêkên li herêmê û Rojhilata Navîn mezintir bike.”

Hiso bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, erka xwe li hember binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî girtiyan dike, pêk bîne.

Mihemed Xetîf Hiso îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêbaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi bilindkirina berxwedan û têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê pêkan e."

(bx)

ANHA