Partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker da

Partiyên siyasî yên Minbicê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Partiyên siyasî nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker da
25 nîsan, 2022   11:50
MINBIC

Nûnerên partiyên siyasî yên Minbicê li ber avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kom bûn û bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de guhertina demgorafî da. Endamê rêveber ê PYD'ê Mehmûd Cimo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya hevbeş a PYD`ê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi her du şaxên xwe yên li Helebê û Idlibê de, êrişên dewleta Tirk a faşîst û hevalbendên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de guhertina demagrafî hatin şermezarkirin.

Her wiha hate gotin: "Roj bi roj serkeftinên Rêveberiya Xweser zêde dibin, li beramberî wê kîna Erdogan a li hemberî gelên herêman zêdetir dibe. Ji ber vê yekê dixwaze vîna gelên ku li dijî DAIŞ`ê bi ser ketin, bişkîne."

Di daxuyaniyê de xîtabî dewleta Tirk a faşîst hate kirin  "Siyaseta we ji qetilkirin û wêrankirinê dest pê dike. Pêşiyên we gelên ne Tirk ên li Qibirs û Entakiya, wekî Erem û Rom tune kirine. Her wiha li dijî Ermen û Kurdan komkujî pêk anîn. Ev jî li pêşberî çavên civata navneteweyî, mafên mirovan û hêzên navneteweyî têne kirin."

Partiyan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û dewletên garantor kirin ku ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagiker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin û got: "Em ê jî bi vîna gelê xwe destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi keda şehîdan bidest xistine, projeya neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan biparêzin."

(eh)

ANHA