Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî dagirkeriyê xwepêşandan kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê û gundewarên wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran banga bilindkirina têkoşînê û hevgirtina pêkhateyan kir.

Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî dagirkeriyê xwepêşandan kir
25 nîsan, 2022   11:15
REQA

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û gundewarên wê li pêşiya çerxerya Firûsiyê ya Reqayê kom bûn. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Em ê li dijî hemû peymanên hebûn, rûmet û nasnameya me dikin armanc li ber xwe bidin, Na ji dagirkeriya Tirk li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê re" rakirin.

Xwepêşandêran sloganên "Na ji dagirkeriya Tirk re, na ji peymana lêkirina dîwarê parçekirinê re, bijî rêber Ocalan, bijî yekitiya gelên Sûriyê, Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

Li çerxerêya Firûsiyê endama Nivîsgeha Perwerdê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Ebîr Xelef axivî û got: "Me ev çalakî ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peymana lêkirina dîwarê parçekirinê ya bi erêkirina partiya Barzanî, li dar xistiye.”

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen Xelef jî daxuyanî xwend û tê de ev tişt hate gotin: "Dewleta Tirk bi bihaneya şoreşa Sûriyê û bi piştgiriya (Artêşa Azad) ji bo hilweşandina rejîma Baasê, siyasta derxistina fitneyê di nava gelê Sûriyê de meşand. Her wiha li dijî gel qetilkirin, koçberkirin pêk anî û hemû pîvan û peymanên navneteweyî, exlaqî û mirovî bin pê kirin, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêya sînorên xwe piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li ser vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin kir û parastina xak û rûmeta xwe kir. Her wiha bêyî alîkariyê ji tu aliyan bixwaze QSD`ê ava kir. Vê hêzê karîbû xaka xwe ji terora DAIŞ`ê rizgar bike ku gef li hemû welatên cîhanê dixwe.

Ev serkeftin li xweşiya dewleta Osmanî nehat, lewma êrişî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Bi vê yekê ji dewletên cîhanê re da îsbatkirin ku ew ê projeya DAIŞ`ê dewam bike û xewna dagirkeriyê zindî bike.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê hate kirin û wiha dewam kir: "Ji 17`ê Nîsnanê ve êriş dewam dikin û îro jî bi beşdariya hikumeta Barzanî siyaseta sîxurtiyê tê meşandin. Êdî eşkere ye ku dewleta Tirk paşberdeya siyaseta xwe ya dagirkeriyê eşkere dike û bakurê Iraqê û Sûriyê jî dike deriyê dagirkirina hemû dewletên Rojhilata Navîn. Li ser vê yekê divê Rojhilata Navîn li hemberî xeteriya dagirkeriya Tirk hişyar be."

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li hemberî van êrişan hişyar bin.

(eh)

ANHA