TAJÊ`yê bang li jinan kir: Bê helwest nemînin!

TAJÊ`yê bi daxuyaniyekê got, “Êrişa li ser Asayîşa Êzidxanê, êrişa li ser îradeya gelê me ye. Em bang li jinan dikin ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin û ji bo yekitiya civaka me pêşengtî bikin.”

TAJÊ`yê bang li jinan kir: Bê helwest nemînin!
25 nîsan, 2022   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê, derbarê êriş û dorpêça dawî ya li ser Şengalê daxuyaniyek de da çapemeniyê.

Di daxuyaniya ji aliyê endama Dîplomasiyê ya TAJÊ'yê Suham Şengalî ve hate xwendin de, ev tişt hatin gotin:

"Weke tê zanîn îro di giştî cîhanê de bi taybet li Rojhilata Navîn rewşa alozî û şer yên herêmê bi destê hêzên sermayedar tên kûrkirin. Ji van şer û aloziyan herî zêde gel û jin êşan dikşînin. Bi taybet di nava sînorê Iraqê de herkes dizane ku dewleta Tirk û malbata Barzanî bi hevre plan danîne ku nehêlin dewleta Iraqê aramî bijî û siyaseta xwe ya ku istiqrara herêmê xira bike kûrtir dike. Li ser hesabên dewleta Tirk ku sînorên xwe derbasî axa Iraqê bike heye. Di vê mehê de êrişa li ser qadên Parastinê yên Medayayê hatiye destpêkirin, ne tenê li dijî gerîla ye. Li dijî tevahî îradeya gelên Iraq û Kurdistanê ye.

Di vê rojên ku dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike, artêşa Iraqê bi fermana Kazimî tevdigere, êrişî hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev êriş li ser îradeya  gelê me ye. Em jî dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe. Me tu carî deriyê diyalogê negirtiye û em nebûne alîgirê şer. Lê em qebûl nakin ku pirsgirêk li ser hesabê destkeftiyên me werin çareserkirin. Destkeftiyên me xeta sor in, ew bi xwîna qehremanên me weke Berxwedan, Bêrîvan, Saîd, Dijwar û Zerdeştan hatine bidestxistin.

 

Me ji 3'yê Tebaxê tecrûbe derxistiye. Êdî ne parastin, ne ji rêveberiya xwe em bi hêviya tu kesî ve nahêlin û baweriya xwe nadin tu hêz û aliyan. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe birêve bibin. Ev daxwaza me rewa û hiqûqî ye û li gorî zagonên Iraqê ye. Ji bo wê em bang li hikûmeta Iraqê û Wezareta Parastina Iraqê dikin ku van hêzan kontrol bikin û ji herêma me derbixin. Di serê her kolanê de panzerekî artêşê danîne. Belavbûna artêşa Iraqê bi vê şêwazê tirs û nerihetî di nav civakê de dide ava kirin. Em wek îradeya jinên Şengalê belavbûna artêşê di nav zik û sûkên Şengalê de qebûl nakin. Li kî cihê cîhanê artêş ewqas di nav sivilan de de belav bûye? Bila hikûmeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyên xwe li dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê li ber erka PDK û dewleta Tirk ranebe.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em bang li tevahî gelê xwe dikin, roj roja hebûn û tinebûnê ye.  Lazime em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yekitî û hevgirtina me bersiva herî bihêz dijî van êrişan e. Em bang li jinan dikin ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin û ji bo yekitiya civaka me pêşengtî bikin. Herî dawî em bang li hemû kesên berpirsiyar, serokeşîr, oldar, siyasetmedar û rewşenbîrên civaka xwe ya Êzidî dikin bila bi rola xwe rabin. Ji bo van hêzên şerxwaz paşde bikşînin erkê xwe bi cih bînin. "