Bi sedan Kurd û Erebên li Şehbayê êrişên qirkirinê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û beşdariya PDK`ê di êrişan de şermezar kirin.

Bi sedan Kurd û Erebên li Şehbayê êrişên qirkirinê şermezar kirin
25 nîsan, 2022   11:00
 ŞEHBA

Bi dirûşma “Meşa Rûmetê li hember dagirkerî û xiyanetê”, îro bi sedan şêniyên herêma Efrînê yên Kurd û Ereb li aliyê bakur ê ketina navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê kom bûn. Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê û pankertên bi nivîsên “Riya we riya me ye, armanca we aramnca me ye, Na ji dagirkeriya Tirk re, Bijî berxwedana gerîla, Bimire îxaneta PDK`ê” rakirin.

Di xwepêşandanê de sloganên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û bêdengiya navneteweyî li hember êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin berzkirin.

Xwepêşandêr li qada sereke ya navçeya Ehresê kom bûn. Li wir, hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Werde Şêxo axivî û berxwendana lehengane ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan daya meşandin, silav kir.

Werde Şêxo êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Berxwedan ji çiyayên Kurdistanê heta Şehba, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.”

Werde di axaftina xwe de beşdariya PDK`ê di êrişên qirkirinê yê dagirkeriya Tirk de şermezar kir û got, “Ev yek rûyê rastîn ê malbata Barzanî û siyasetên wê yên li dijî mafên Kurdan eşkere dike.”

Werde Şêxo her wiha bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê kir ku vê dijminahiyê şermezar bikin û li ser sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk tîne, hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya kantona Şehbayê Ronahî Hisên got ku şêniyên Efrîn ên Kurd, Ereb û Tirkmen bi israr in ku berxwedan û têkoşînê bidomînin û bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana şêniyên herêma Efrînê bi dawî bû.

(cx)

ANHA