​​​​​​​Li Fransa û Kanadayê çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk

Kurdên li Fransa û Kanadayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

​​​​​​​Li Fransa û Kanadayê çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk
25 nîsan, 2022   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kurdistaniyên li derveyî welat li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re, çalakiyên xwe dewam dikin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi banga KCDK-E'yê Kurd daketin qadan. Kurd li ber Nûnertiya Ewropayê ya li Marsîlyayê li hev civiyan. Di çalakiyê de alên PKK'ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Ji bo çalakiya îro saet di 13:00 a li ber Nûnertiya Ewropayê jî banga tevlêbûnê hate kirin.

Li herêma Marîgnane ya bajarê Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ciwanên Kurd li hev civiyan û berxwedana gerîla silav kir.

Di çalakiyê de hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re jî hate şermezarkirin.

KANADA

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Toronto û Komuna Jinên Azad a Sara, Kurdistanî li qada Bloor-Yonge li hev civiyan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Kurdistanî heta ber avahiya Şaredariya Torontoyê bi 2 saetan meşeke şermezarkirinê li dar xist.

Nêzî 200 belavokên bi Îngilîzî hatibûn amadekirin jî li nava bajêr hatin belavkirin.

Li pêşiya avahiya Şaredariya Torontoyê jî bi zimanên Îngilîzî û Tirkî daxuyanî hate dayin û hate xwestin ku leşkerên artêşa Tirk tavilê ji Başûrê Kurdistanê bêne vekişandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê û sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.